Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin 2023-12-12 14:22:18   ŞIRNEX- Li Girtîgeha Şirnexê gardiyanan bi ser qawişan de girtin û kamera li qawişê bi cih kirin.   Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê êrîşên li ser girtiyan zêde dibin. Girtiyê bi navê Ûgûr Temel ku li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Temel diyar kir ku zextên li ser wan zêde bûne û bang kir ku şandeyeke ku ji parazvanên mafên mirovan pêk tê biçe serdana wan.   ‘LI QAWIŞÊ KAMERA BI CIH KIRIN’    Temel, ev agahî bi malbata xwe re parve kirin: “Di qawişa me de betanî tune ne û nadin me. Di qawişê de em 2 kes tenê hene. Hevalê min nexweş e û divê ku emeliyet bibe. Televîzyonê nadin me û têkiliya me bi dinyayê re birîne. Em di bin tecrîtê de ne. Şeva din bi ser qawişa me de girtin. Pirtûkên me û amûrên me hemû desteserkirin. Îşkence li me kirin. Piştre kamera li qawişa me bi cihkirin. Dengê me bibihîzin.”   BANGA HESTIYARIYÊ    Birayê Temel, Devrîm Temel bertek nîşanî êrîşa li dijî girtiyan da û got: “Girtîgeh cihên tarî yên dewletê ne, cihê ku gardiyan hêzeke bêpîvan bi kar tînin e. Ji ber vê yekê em ji rewşa birayê min Ûgûr ê di Girtîgeha Şirnexê de ye bi fikar in, em daxwaz dikin ku dengê wan bê bihîstin. Di qawişan de danîna kamerayan sûc e. Gardiyanan bi vê kirinê anî ziman ku ev yek ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye xwestin. Divê hemû sazî, mafên mirovan û hemû rêxistinên siyasî dengê wan bibihîzin. Pêwîste vê mijarê têxin rojeva parlamentoyê.”