Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir 2023-12-12 13:57:22   ENQERE - Parlamenterê Partiya Saadetê yê Kocaeliyê Hasan Bîtmez dema li ser kursiya Meclisê diaxivî krîza dil derbas kir.    Parlamenterê Partiya Saadetê yê Kocaeliyê Hasan Bîtmez di dema hevdîtinên bûdçeyê de li Meclisê mafê axaftinê girt. Dema Bîtmez ji AKP’iyan re digot; “Hûn şirîkên sûc ên Îsraîlê ne. Hûn dê nekarin xwe ji xezeba dîrokê û xezeba xwedê xelas bikin.” kete erdê.    Serokwekîlê Meclisê 20 deqe navber da rûniştinê. Hat zanîn ku Bîtmez krîza dil derbas kiriye û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.