Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin 2023-12-12 13:52:17 AMED - Serdarê bi navê Ahmet Eren ku dema li Fermandariya Cendirmeyan a Erxeniyê di dema wergirtina cerdevanan de bi bertîlxwarinê tê tawanbarkirin, ji danişînên dozê hate varestekirin.    Bi sedema di navbera salên 2017-2019’an û 2019-2020’an de li Erxenî ya Amedê di dema wergirtina cerdevanan de bertîl xwariye, li serdar Ahmet Eren û serpêl Soner Eren ên li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê peywirdar bûn, doz hatibû vekirin. Doz, ji ber kiriyarên “bi berdêla bertîlê cerdevan wergirtine kar”, “bi gefa ji peywirê dûrxistinê pere ji sercerdevanan wergirtine û sercerdevan tayîn kirine” û “ji bo bertîlê tayîn derxistine” bi sûcên “Bertîl wergirtin” û “îrtîkapê” hatibû vekirin.    Cerdevanên kevin û yên nû jî di nav de 38 bersûc di dosyayê de cih digirin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Ahmet û Soner Eren ku bira ne û bersûcên din Hîkmet û Hîlmî Aksoy ku bira ne, Hasan Tekîn Guldogan, Nafîz Yaşar û parêzerên wan tev li bûn.    ŞAHID ÎFADEYA XWE ÎNKAR KIR    Bersûcan di danişînê de parastina xwe kirin û tawanbariyên “Wergirtina bertîlê” û “alîkariya ji bo bertîlê” red kirin. Şahidê bi navê Mahmût Kahraman ku di dema lêpirsînê de gotibû Eren dema serxweş wesayît ajotibû û ji bo jêbirina cezayê 12 hezar TL were jêbirin bertîl daye jî di vê danişînê de got ku ew îfade aydê wî nînin û bûyereke wiha neqewimiye.    BERSÛC JI BO PARASTINA XWE NAVÊN ERDOGAN Û BAHÇELÎ BI KAR ANΠ   Soner Eren ku ji bo tayîna xwe bertîl daye xebatkarên cemaweriyê jî got ku armanca esasî ya dozê birayê wî Ahmet Eren e. Her wiha doz weke kompaseke li dijî birayê xwe pênase kir û îdia kir ku ji bo dozê ji birayê xwe xwestiye bi Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî û serokê Dadgeha Bilind re hevdîtinê bike lê xeletî kiriye û bi gotina wî nekiriye.    Bersûc Ahmet Eren jî parastina xwe ya berê dubare kir û xwest qedexeya derketina derve, tevdîra kontrola edlî bên rakirin û xwest ji danişînan bê varestekirin.    DÊ JI DANIŞÎNAN BÊN VARESTEKIRIN    Dozger û parêzeran xwestin kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê jî daxwaz qebûl kir û biryar da ku hemû bersûc ji danişînan bên varestekirin, biryarên qedexeya derketina derve û kontrola edlî ya hinek bersûcan bên rakirin û danişîn taloqî 21’ê gulanê kir.