Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da 2023-12-12 13:27:32   ŞIRNEX - Girtiyê nexweş ê bi navê Mehmet Gûvcîn li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.   Mehmet Gûvcîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihate ragirtin beriya 7 mehan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û girtî dihate darizandin jiyana xwe ji dest da. Gûvcîn ê 2 meh bûn li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dihate dermankirin, serê vê sibê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Gûvcîn dê li Goristana Asrî ya Cizîrê bê veşartin.