Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn 2023-12-12 09:05:25 WAN - Di bûyera destdirêjiya li dijî zaroka 15 salî ya li Wanê de xizmê zarokê H.Y. hate girtin û ji bo faîlê din çawişê pispor K.K. jî biryara neşopandinê hate dayîn. Çawişê pispor K.K. ku li Fermandariya Cendirmeyan a Wanê peywirdar e, li Wanê destdirêjî li zaroka 15 salî M.K. kir. Bûyer di 27’ê îlonê de qewimî û rojek piştre M.K. bûyer bi mamosteya xwe re parve kir. Li ser vê yekê bûyer derket holê. Mamosteya M.K., tavilê bûyer bi polîsan re parve kir. Li ser vê yekê Serdozgeriya Wanê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li gel psîkologên Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) îfadeyê M.K. hate girtin. M.K., di îfadeya xwe de got ku di îlona sala 2022’yan de çawişê pispor K.K. ku li Fermandariya Cendirmeyan a Wanê peywirdar e li ser platforma medyaya dijîtal bi wê re peywendî danîne û hewl daye pê re hevaltiyê bike. M.K., bi domdarî got ku dema pê re hevaltî dikir, çawişê pispor di 27’ê îlona 2022’yan bi şev saet saet derdora 01.00’an hatiye gundê wan, ew li wesayîtê siwar kiriye û biriye qeraxê Gola Erçekê. Li gorî gotinên zarokê; çawişê pispor li vir îstîsmara zayendî lê kir û piştre jî derb kir. Di îfadeya xwe de M.K. wiha got: “Piştî tiştên qewimîn, min nekarî bilez bimeşim. Li ser vê yekê hêrs bû û bi kevirekî li serê min xist. Her wiha şimaq li stûyê min dan û hewl da bi darê zorê bi min re bikeve têkiliyê. Serê min, çoka min û lingên min birîn bûn.”   GOT KU XIZMÊ WÊ JÎ DESTDIRÊJÎ LÊ KIRIYE M.K., di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de got ku xizmê wan H.Y. ji 8 saliyê heta niha her tim bi darê zorê wê direvîne, destdirêjiyê li dike û rastî tundiyê tê. Tevî van îfadeyên xwe jî M.K. giliyê çawişê pispor û H.Y. nekir. Ji bo sedema vê helwestê jî wiha got: “Xizmên we wisa dixwazin.” Dozger jî ferman da ku ji ber sûcên “sivik birîndar kirin”, “Têkiliya zayendî ya bi keseka ne balix re”, “Birîndarkirina bi çekê” û “Îstîsmara zayendî ya biwesf a li dijî zarokê” îfadeyên K.K. û H.Y. bên girtin.   ÇAWIŞÊ PISPOR GILIYÊ ZAROKÊ KIR   Li Qereqola Cendirmeyan a Navendî ya Tûşbayê îfadeyê çawişê pispor K.K. hate girtin. K.K. di îfadeya xwe de piştrast kir ku li ser medyaya dijîtal zarok M.K. nas kiriye. Lê belê îdia kir ku destdirêjî û tundî nekiriye. Çawişê pispor ê piştî îfadeyê hate berdan, giliyê zarokê kir. Xizmê M.K’ê, H.Y. jî îfade da û ji ber sûcên “Bi keseka hêj balix nebû re têkiliya zayendî jiyaye”, “Bi çekê birîndar kiriye” û “Îstîsmara zayendî ya biwesf a li dijî zarokê” hate girtin.    BIRYARA NEŞOPANDINÊ DA   Paşê piştî bûyerê bi mehekê Dozgeriya Komarê ya Wanê der barê çawişê pispor de biryara "neşopandinê" da û dosye girt. Her wiha dozgeriyê rapora derbkirinê ya zarokê jî esas negirt.    Parêzeran li hemberî biryara dozgeriyê ya "neşopandinê" îtiraz kirin û serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 3'yan a Wanê dan. Lê dadgeriyê îtiraza parêzeran red kir.    Her wiha Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Wanê jî bi sûcên "têkiliya zayendî ya bi keseke nereşîd re", "birîndarkirina bi çekê" û "destdirêjiyê" li H.Y. jî 30 sal ceza hat birîn.    Piştî eşkerekirina biryarê dosye ji Dadgeha Îstinafê re hat şandin. Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Wanê biryar da ku dadgeha herêmî "hikmên şaş ên qanûnê sepandiye" û ji bo rastkirinê dosyeyê car din ji dadgeha herêmî re şand. Danişîna yekem a jinûvedarizandinê dê di 14'ê kanûnê de bê lidarxistin.