Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be 2023-12-12 09:02:50 STENBOL - Malbatên girtiyên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, gotin "Dibe ku sibê dereneg be" û bang li her kesî kirin ku li dijî tiştên diqewimin dengê xwe bilind bikin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyan ve bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de hat destpêkirin, di roja 16’an de didome. Malbatên ku piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyan ve hatiye destpêkirin, anîn ziman ku çi ji destê wan bê dê ji bo zarokên xwe bikin.    Birayê girtiyê bi navê Îsa Îpeklî yê li Girtîgeha Hejmara 9 a Sîlîvriyê Alî Îpeklî diyar kir ku 3 roj berê çûye cem birayê xwe. Îpeklî da zanîn ku girtiyan ew û birayê wî di heman qawîşê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine. Îpeklî got: “Heke heta meha sibatê ji birêz Ocalan xeber neyê girtin, girtî wê bi biryardarî çalakiya xwe bênavber bidomînin. Di heman demê de herî zêde hêviya girtiyan ji derve heye. Em malbat çi ji destê me bê em ê bikin. Îpeklî da zanîn ku daxwaza girtiyan rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ye."   'EM LI GEL BIRYARA BIRAYÊ XWE NE'   Alî Îpeklî    Îpeklî diyar kir ku ew piştgiriyê didin biryara birayê xwe û got ku ew jî di girtîgehê de maye û li dijî bêhiqûqiyên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Îpeklî anî ziman ku li dijî bêhiqûqiyê girtina ketina greva birçîbûnê mafekî bingehîn ê girtiyan e û wiha got: “Greva birçîbûnê mafê bingehîn ê girtiyan e. Ji bilî bedena wan tiştekî wan tune. Ew hewl didin bi bedena xwe bersivekê bidin vê xitimandinê."    Îpeklî diyar kir ku birayê wî di salên 2018-2019’an de jî li Girtîgeha Kirikkaleyê ketiye greva birçîbûnê û got: “Birayê min wê demê zihîf bûbû, bûbû 35 kîlo. Di greva birçîbûnê ya wê demê de encamek qismî hat bidestxistin. Bi Ocalan re hevdîtin pêk hat. Lê belê di demên pêş de bi hincetên bêhincet cezayên disiplînê wekî hincet nîşan dan û li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran sepandin."    ‘TECRÎD LI HEMÛ GIRTÎGEHAN BELAV BÛYE'   Îpeklî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye. Îpeklî, qala zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku bi tecrîdê re zêde bûne kir û wiha pê de çû: "2 girtiyên bi birayê min re di heman qawîşê de 32 sal in di girtîgehê de ne. Tevî ku cezayên van girtiyan bi dawî bûye jî, înfaza wan hatiye taloqkirin û ne diyar e dê kengî bên berdan. Em vê pêvajoyê dibînin û şahid in. Derdê me ev e; di grevên birçîbûnê yên berê de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dabû. Em xizmên wan, naxwazin careke din karesateke wiha çêbibe. Ger ku vê carê pêvajo veguhere greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, wê bi dehan û bi sedan girtî di girtîgehê de bimirin."   ‘EM AGAHIYÊ JÊ NAGIRIN'   Kûmrû Algul   Kûmrû Algul, xwişka girtiyê nexweş Erdal Ozel ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê jî tecrîda li Îmraliyê bi bîr xist û got: “Tecrîd li ser birêz Abdullah Ocalan heye. 3 sal in me xeber jê negirtiye. Tu agahiyê nadin parêzerên wî."   'DIBE KU SIBÊ BI DERENGÎ BIKEVE'   Akgul, diyar kir ku girtiyan li dijî nexebergirtinê dest bi greva birçîbûnê kiriye û got ku divê xwedî li girtiyan bê derketin. Akgul ku got “Îro dibe ku zû be, lê sibe dibe ku bi derengî bikeve" wiha domand: “Divê êdî ji girtîgehan darbest dernekevin. Zarokên me li girtîgehan dikujin, dû re wekî xwekuştinê didin der. Em xizmên girtiyan divê li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Êdî bes e. Ger em mil bidin milê hev, dê kes nikaribe rê li ber me bigire. Ez piştgiriyê didim berxwedana dayikên Nobeda Edaletê yên li Wan, Îzmîr û Amedê."