Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû 2023-12-12 09:01:35   AMED - Dîlek Baykan a ji bo keça xwe ya girtî ji Enqereyê koçî Amedê kir û tev li 'Nobeda Edaletê' bû got ku "Ez bi dayikan re me" û ji bo hemû girtiyan doza edalet û azadiyê kir.    Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li girtîgehan ve ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hat destpêkirin, di roja 16'an de ye. Li Wan, Amed, Edene û Mêrsînê jî Nobeda Edaletê ku ji bo piştgiriyê ji bo greva birçîbûnê ya girtiyan di ji 27’ê Mijdarê de ji aliyê malbatên girtiyan ve hat destpêkirin, didome.    Malbatên girtiyan ên di nobedê de cih digirin û saziyên piştgiriyê didin wan, ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin hewl didin ku dengê xwe bigihînin desthilat, muxalefet û hemû civakê.   Li Amedê Nobeda Edaletê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) didome. Ji kesên di nobedê de cih digirtin yek jê jî dayika Seda Baykan a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Amedê dimîne Dîlek Baykan e.    Seda Baykan a ku di çarçoveya êrişa li hemberî wesayîta gardiyanên Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Bûrsayê ku di 20'ê nîsana 2022'yan de pêk hat, hat girtin, piştî demekê ji Bursayê sirgûnî Girtîgeha Amedê hat kirin. Li ser vê yekê malbata wê ji bo dîtina keça xwe ji Enqereyê koçî Amedê kir.   ‘DI HUCREYA YEKKESÎ DE YE'   Dayik Dîlek Baykan ku piştgirî da Nobeda Edaletê diyar kir ku keça wê bê sûc e û got: "Li Bursayê li dijî saziyên înfazê êrişeke bombeyî pêk hat û bi vê yekê keça min sûcdar dikin. Keça min nizane bi nîkê bigire ku karibe bombeyekê çêbike."   Dayikê anî ziman ku dema keça wê ji Bursayê sirgûnî Amedê hatiye kirin agahî nedan wan û parêzerên wan û rewşa keça xwe bi van gotinan ragihand: “Ew xistin hucreya yekkesî. Niha jî gava diçe hewadariyê, wekî ku dê bireve mirov li pey wê ne. Beriya ku cezayê keça min teqez bibe, wiha kirin. Nahêlin kes nêzî wê bibe. Xweşikî wê nabin ser bijîşk. Ger bixwazin wê dibin hewadariyê û nameyan didin wê."    ‘KEÇA MIN LI KU BE, EZ Ê JÎ LI WIR BIM'   Baykan, anî ziman ku ji bo keça xwe ji Enqereyê koçî Amedê kirine û wiha got: “Ez hatim, ji bo zaroka xwe ketim xaniyê kirê. Mala min biritûbet e lê xem nake. Zaroka min li ku be ez ê jî li wir bim. Polîsan li stasyona trênê ji min re gotin, 'Tu yê biçî, tu yê biçî.' Min got, 'ez naçim.' Me bi qutiyên pêlavan pere nedizîne. Me kesek jî nexapandiye. Zaroka min li ku be, ez ê jî li wir bim. Xanî bi dest min nekeve, ez ê kon vegirim. Ez li pişta zaroka xwe me. Keça min berê dixebitî. Bi hinceta 'tev li çalakiyên Geziyê dibe', bi vî rengî muamele kirin."    ‘AZADÎ JI BO HEMÛ GIRTIYAN’   Baykan, diyar kir ku ew piştgiriyê didin Nobeda Edaletê û wiha got: “Çalakiya dayikan çalakiyeke mafdar e. Zarokên me wekî lîmonan zer bûne, em dayik em ê çawa xwarinê bixwin? Dema min keça xwe dît, hefteyekê ez bi xwe ve nehatim. Ez ji bo keça xwe û hemû girtiyan azadî û edaletê dixwazim. Em hemû mirov in. Bila bi mirovî nêzî mirovan bibin. Diz he rro bi dîmen li malbatên xwe digerin, lê ancax heftê rojekê ew jî deh deqeyan. Carinan ne 10 deqîqe ye jî. Min vê hefteyê qet hevdîtin pê re nekiriye. Heya bi gorên me jî ji bigên me derdixin. Ev îşkence ye. Yên ku nehatiye serê wan nizanin. Ez li pişta zaroka xwe me û li gel dayika me."    MA/ Eylem Akdag