Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin 2023-12-11 15:33:59   AMED - Di danişîna doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Berdevka DEM Partiyê û parlamentera Şirnexê de hatiye vekirin biryar hate dayîn ku ji ber parêzbendiyê darizandin bê rawestdandin.    Derbarê Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan de bi îdiaya di nav Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de cih girtiye ji “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Di dozê de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Dogan hatibû birîn. Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Amedê bi sedema “lêkolîna kêm hatiye kirin” biryar xera kir. Danişîna dozê ya piştî xerakirina biryarê jinûve dest pê kiribû îro li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir. Di danişînê de parêzerên Dogan Mehmet Emîn Aktar û Ahmet Ozmen amade bûn. Parêzeran ji ber Dogan di hilbijartina 14’ê Gulanê de weke parlamenter hate hilbijartin xwestin ku di çarçoveya xala 83’yemîn a destûra bingehîn de darizandina Doganê were rawestandin.    DOZGER XWEST DARIZANDIN BIDOME   Dozger li dijî daxwaza rawestandina darizandinê xwest ku ev daxwaz were redkirin.    BIRYARÊN DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN HATIN BIBÎRXISTIN   Parêzerê Doganê Mehmet Emîn Aktar biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo Leyla Guven û Omer Faruk Gergerlîoglû dabûn bi bîr xist û anî ziman ku divê darizandin were rawestandin. Akar her wiha bi bîr xist ku 8’emîn û 9’emîn Dadgehên Cezayên Giran ên Amedê derbarê 2 dosyayên cuda de biryara rawestandinê dane û xwest derbarê darizandina derbarê muwekîlê wan de bê rawestandin û şertên kontrola edlî bê rakirin.    DARIZANDIN HATE RAWESTANDIN    Şandeya dadgehÊ ku daxwaz nirxand biryar da ku darizandina Doganê bê rawestandin û şertên kontrola edlî yên tên pêkanîn bên rakirin.