Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan 2023-12-11 13:52:10   STENBOL - Rojnameger Elfazî Toral tundiya polîsan a di dema şopandina nûçeyê de lê hatiye kirin wiha vegot: “Gelek caran li kulm li dilê min dan. Hem tundiya fîzîkî hem jî ya psîkolojîk li min kirin. Tevî ku min got pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene jî nesekinin.”    Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî nûçegihana JINNEWS’ê Elfazî Toral û xebatkara Demokratîk Modernîteyê Sema Korkmaz ku dema li Stenbolê nûçe dişopandin ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin, daxuyanî dan. Daxuyanî, li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li Beyoglûyê hate dayîn û gelek rojnameger tev li bûn.    ‘ÇAPEMENIYA AZAD NAYÊ BÊDENGKIRIN’    Nûçegihana JINNEWS’ê Elfazî Toral diyar kir ku ji polîsan re got ku rojnamegere lê dîsa jî rastî tundiyê hatiye û wiha got: “Gelek caran kulm li dilê min dan. 5 saetan di wesayîta binçavkirinê de hatim sekinandin. Hem tundiya psîkolojîk hem jî ya fîzîkî li min hate kirin. Di wesayîtê de pêhn li min dan. Min jê re got ku pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene lê dîsa jî nesekinin. Li emniyetê polîsan gotine ku ez li dijî wan derketime. Tundiya li dijî min li emniyetê jî berdewam kir. Weke kesên ji kevneşopiya Çapemeniya Azad tên, em ê berxwedana ji bo heqîqetê bidomînin. Tevî êrişên wan jî dê israra me bidome.”    Sema Korkmaz jî tiştên bi serê wê hatin vegot. Korkmaz, anî ziman ku armanca ji êrişan ew e ku civakê bêdeng bikin û wiha pê de çû: “Tevî van êrişan jî dê xebatên me bidomipn. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.”    DÊ PÊVAJOYA HIQÛQÎ DEST PÊ BIKE    Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Elîf Taşdogan jî diyar kir ku polîs hiqûqa xwe tune dihesibînin û ev tişt anî ziman: “Polîs, ji polîtîkaya necezakirinê cisaretê digirin. Li vir em ji dewleta hiqûqê zêdetir, dewleta polîsan dibînin. Em ê vê pêvajoyê bişopînin. Me têkildarî derbkirinan rapor wergirtin û dê pêvajoya hiqûqî heta dawiyê bidomînin.”    Nûçegihana JINNEWS’ê û endama MKG’ê Marta Somek jî di daxuyaniyê de wiha got: “Em ê di nava hefteyê de li gel Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û ÎHD’ê li dozgeriyê gilî bikin. Dê xebatên me yên li dijî van êrişan bidomin û dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin.”