Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane 2023-12-11 09:11:19   AMED - Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê têkildarî aştiyek civakî axivî, diyar kir ku divê Tirkiye meseleya kurd bi rêya demokrasiyê çareser bike û got: “Polîtîkayên qeyûm û tecrîdê ji bo aştiyeke civakî astengî ne û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane.”   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku ji sala 1986’an û vir ve ji bo aştiyê û li dijî binpêkirinên mafên mirovan dixebite, bi gelek çalakiyên xwe xwesteka xwe ya çareseriyê tîne ziman. Li gelek bajaran û bi gelek saziyên sivîl re ji bo aştiyeke birûmet, çareserkirina meseleya kurd ya bi demokrasiyê, binpêkirinên mafên mirovan hwd. armanc û daxwaza xwe qîr dike. Herî dawî navenda giştî ya ÎHD’ê ji bo çareseriyeke aştiyane bi hemû şaxên xwe ve dest bi “Nobeta Aştiyê” kir. Yek ji wan şaxan Şaxa Amedê ye ku li hember hemû kiryarên li dijî mirovahiyê dengê xwe bilind dike û xebatan dimeşîne.    Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, têkildarî daxwaza wan ya aştiyê û çareserkirina meseleya kurd ji ajansa me re axivî.    ‘DIXWAZIN MESELEYA KURD BÊÇARESERÎ BIHÊLIN’   Yilmaz, da zanîn ku ÎHD ji avabûna xwe heta niha tekoşînê ji bo aştiyeke civakî dike. Yilmaz, anî ziman ku piştî 24’ê tîrmeha 2015’an ku hevdîtinên çareseriyê hatin sekinandin û ‘Rewşa Awarte’ ya piştî darbeya 15’ê tîrmeha 2016’an hatibû îlankirin, dixwazin meseleya kurd bêçareserî bihêlin. Yilmaz, diyar kir ku ew jî li ser vê yekê bi MYK’a saziya xwe re civîyane û wiha got: “Me di civîna xwe de anî ziman ku di vê pêvajoya ku hêviya mirovan gelek şikestî de jî em dest ji xwesteka xwe ya aştiyê bernedin û fikra aştiyeke civakî derket holê. Ji îlona 2022’yan ve her roja înê ya hefteya ewil a mehê em ‘Nobeta Aştiyê’ li dar dixin. Ji bilî rewşên awarte hema bêje me hemû mehan çalakiya xwe ku li hemû şaxên ÎHD’ê tê kirin, pêk anî. Çalakiya me bi tevlibûna saziyên sivîl ên Amedê pêk tê û em di hemû çalakiyên xwe de xwesteka xwe ya aştiyê, ya destpêkirina pêvajoyek nû ya aştiyê, ji bo desthilatê û saziyên muxatab tînin ziman. Em pirsên weke ‘Gelo civaka Tirkiyeyê çima pêdivî bi aştiyê heye?’ û ‘Bi aştiyê re dê li Tirkiyeyê destkeftiyên çawa bên bidestxistin?’ bi mînakên şênber vedibêjin.”   ‘REWŞA KURDÊN LI BAKUR Û KURDÊN LI ROJAVA, BAŞÛR Û ROJHILAT JI HEV CUDA NÎNE’   Yilmaz, bal kişand ser aştiyeke birûmet û da zanîn ku sedema neavabûna aştiyê polîtîkayên desthilatê yên ewlekariyê ne. Yilmaz, diyar kir ku desthilat li dijî meseleya kurd tenê bi polîtîkayên weke ‘tekoşîna bi terorê re’ nêzîk dibe û hêvî dike bi vî awayî meseleya kurd çareser bike. Yilmaz, anî ziman ku ew jî vê yekê rast nabînin û got ku polîtîkayên şer ên li dijî Rojava, başûrê Kurdistanê dibe sedema neçareseriya meseleya kurd. Yilmaz, bi domdarî wiha got: “Em tînin ziman ku divê dewleta Tirkiyeyê hem bi kurdên di nava sînorên Tirkiyeyê de hem jî bi kurdên welatên din dijîn bikeve nava pêvajoyeke diyalogê. Em wisa difikirin ku rewşa kurdên li vir û kurdên li Sûriyeyê, Iraqê, Îranê ji hev cuda nîne. Em çareserkirina meseleya kurd, avakirina pêvajoyeke nû ya muzakereyê pêwîst û mecbûrî dibînin. Her wiha ev yek li gorî pêdiviya peymanên navneteweyî ku Tirkiyeyê îmze kirine jî mecbûrî ye.”   ‘BI POLÎTÎKAYÊN QEYÛM VÎNA GEL TÊ BINPÊKIRIN’   Yilmaz, destnîşan kir ku di xala 10’emîn ya destûra bingehîn a Tirkiyeyê de dibêje ku ‘hemû hemwelatî wekhev in’ û ev xal li gorî pêdiviya peymanên navneteweyî ketiye destûra bingehîn. Yilmaz, diyar kir ku gava li darizandin û biryarên îdarî dinêrin tê dîtin ku kurd rastî mûameleke wekhev nayên. Yilmaz, da zanîn ku mînaka herî şênber jî polîtîkayên qeyûman in û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Bi lêpirsînên bi hêmanên nedîtbar pêk tên ku bi taybetî jî li dijî şaredariyên siyaseta kurd dest xistine bi kar tînin, vîna gel tê binpêkirin. Ev yek bi tena serê xwe pirsgirêkeke li dijî aştiya civakî ye. Dîsa biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo kesayetên kurd ên hatine hilbijartin hene. Bi taybetî jî, bi cih neanîna biryarên der heqê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û herî dawî jî Can Atalay de dijberiyê zêdetir dike û di rêya aştiya civakî de astengî ye.”   ‘DEMA MIJAR DIBE KURD MUXALEFET JÎ HEMAN NÊZÎKBÛNÊ NÎŞAN DIDE’   Di berdewamiya axaftina xwe de Yilmaz anî ziman ku divê mirov di meseleya aştiyê de wêrek bin. Yilmaz, diyar kir ku gava mijar dibe maf û azadiya gelê kurd hem desthilat hem jî muxalefet heman gotinan dikin û heman refleksê nîşan didin. Yilmaz, weke mînak peymana di navbera namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ê nijadperest, da û bi bîr xist ku tevî bêhiqûqiya qeyûman hatiye qebûlkirin û gelek sazî û dezgehan bertek nîşan dane jî, dîsa van kesên ku ji xwe re dibêjin muxalîf di peymanê de ji bo berdewamiya qeyûman protokolek îmze kirin. Yilmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek jî nîşan dide ku partiyên di nava vê pergalê de bi heman hişmendiyê nêzîkî mijara kurdan dibin. Em wisa difikirin ku astengiya herî mezin ya di rêya aştiya bi kurdan re de ev yek heye. Partiyên muxalefetê jî, ji vê yekê razî ne. Di welatên demokratîk de muxalefetên li dijî bêhiqûqiyên desthilatê têdikoşin hene û di encama vê têkoşînê de demokrasî tê bicihkirin. Lê li Tirkiyeyê berovajî vê yekê, muxalefet jî li dijî kurdan û kes an jî saziyên li cem kurdan cih digirin bi heman polîtîkayên desthilatê tevdigerin. Ev yek jî dezavantajeke gelekî mezin e.”   ‘TECRÎD, DI RÊYA AŞTIYÊ DE ASTENGÎ YE’   Bi domdarî Yilmaz destnîşan kir ku ji bo aştiyê, fermîbûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî û bidawîkirina polîtîkayên tayînkirina qeyûman weke gavên ewil dikarin bên avêtin. Yilmaz, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û da zanîn ku meseleya tecrîdê li ser rêya aştiyê astengiyeke mezin çêdike. Yilmaz, diyar kir ku ev 33 meh in ji Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim agahî nayên girtin û ev yek jî qenalên diyalogê dixetimîne. Yilmaz, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ev pirsgirêkên min niha vegotin û destûreke bingehîn a sivîl dê di rêya aştiyê de bibe gaveke destpêkê. Divê êdî dest ji destûra bingehîn a ji 12’ê Îlonê ku weke tûrikek pînekirî bûye, bê berdan. Divê ev destûra bingehîn ku yekperestiyê diparêze bê rakirin û cihê wê destûreke bingehîn a sivîl û civakî bê çêkirin. Ev yek dê ji bo aştiyê bibe gavek. Her wiha ji avabûna komarê ve, gelek binpêkirinên mafan ên li dijî kurdan û gelên din hatine kirin hene. Divê ji bo jiholêrakirina van binpêkirinên mafan xebat bên destpêkirin. Dîsa ev 40 salên ku bi pêvçûnan derbasbûyî re gelek qetlîam û kuştinên kiryarên wan nediyar hene, divê berpirsyarên van yekan bên dîtin û mexdûriyeta mexdûran ji holê bê rakirin. Heke em behsa aştiyeke birûmet û civakî bikin divê demildest ev yek bên çareserkirin.”   ‘JI BO DEMOKRATÎKBÛYÎNA TIRKIYEYÊ, DIVÊ MESELEYA KURD ÇARESER BIBE’   Yilmaz, da zanîn ku ew dê heta pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike nobeda xwe ya aştiyê bidomînin. Yilmaz, bi bîr xist ku ew saziyeke 37 salî ne ku piştî zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatiye avakirin. Yilmaz, da zanîn ku niha jî ÎHD hatiye wê astê ku li dijî hemû binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê diqewimin dengê xwe bilind dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Derketina ji krîza siyasî û aborî ya li Tirkiyeyê û mijara maf û azadiya kurdan di rêya pêkanîna protokolên navneteweyî re derbas dibe. Dibe ku ev nobeda niha em ji bo aştiyê dikin siberojê biqede, lê em ê ji bo aştiyê xebatên xwe bidomînin. Ji ber ku heke Tirkiye bixwaze ber bi demokratîkbûyîne ve biçe, divê meseleya kurdan çareser bike. Piştî çareserkirina meseleya kurd ya bi rêya demokratîk, Tirkiye dikare ber bi welatekî demokratîk ve biçe.”      MA / Bazîd Evren