Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye 2023-12-11 09:09:18 SEMSÛR - Hevseroka SZK’ê Vîyan Hesen ku bi Ferhat Mûsa re Rêzimana Kurmancî çap kir bi lêv kir ku wan ji bo standartkirina kurdî ya nivîskî xebatek bi vî rengî danê destpêkirin û ev xebat berdewamiya xebatên beriya xwe ye.    Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di sala 2007'an de li Rojava avabû. Lê ji ber polîtikayên qedexe yên dewleta Suriyeyê ya li dijî zimanê kurdî SZK, xebatên xwe yên ziman bi veşartî li Rojava didan meşandin. Piştî pêvajoya Şoreşa Rojava di sala 2011'an de SZK bi awayekî vekirî li herêma Rojavayê Kurdistanê kar û xebatên ziman dan destpêkirin û piştî avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo perwerdekirina mamosteyên dibîstanan ên giredayî Rêveberiya Xweser dest bi perwerdehiya mamosteyan kir.    SZK di avabûn û vekirina dibîstanên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de rol û mîsyoneke mezin lîst û niha jî li bajarên weke Dêrik, Hesekê û Kobanê navendên xwe yên perwerdehiyê vêkirin û kar û xebatên xwe bi awayekî fermî pêk tîne. Her wiha SZK li ser lêkolîn û wergerê jî gelek xebat dan meşandin û ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî bingehek danî. Yek jî ji van xebatan jî xebata Rêzimana Kurmancî ye. Ev xebata li ser ziman cara ewil e li Rojava tê kirin. SZK ku di sala 2020’yan de dest bi xebata Rêzimana Kurmancî kir piştî lêkolîn û xebatên 3 salan di çileya 2023’yan de Rêzimana Kurmancî weke pirtûk çap kir.  Rêzimana Kurmancî ji aliyê Ferhad Mûsa û Vîyan Hesen ve hat çapkirin û ji bo standartkirina zimanê kurdî yê niviskî dê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di perwerdehiya 2024-2025’an de li dibistanan li ser pirtûkê ders bên dayin.    Hevseroka SZK’ê Viyan Hesen ku di amadekirina Rêzimana Kurmancî de cih girt diyar kir ku armanca wan standartkirina zimanê niviskî yê kurdî bûye û xebatên SZK’ê û nevaroka pirtûkê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vêgot.     'BERDEWAMIYA XEBATÊN BERIYA XWE YE'   Vîyan Hesen anî ziman ku ji ber li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji aliyê zimanê niviskî ve li hevkirineke standart tune bûye wan hewcehî bi xebateke bi vî rengî dîtiye û bi armanca standartkirina zimanê nivîskî dest bi xebatê kirine. Vîyan got ku armanca wan ne yekkirina zimanê devkî ye û derbarê amadekirina pirtûkê de ev tişt gotin: "Li Rojavayê Kurdistanê çêkirina berhemeke bi vî rengî ya bi tena serê xwe zehmetiyeke. Ji ber ku ji şoreşê vir ve şert û mercên şer rojane hene. Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava çend caran me xebatên xwe dan sekinandin, me cih guherandin yek jî xwe gihandina çavkaniyan jî zehmetiyeke. Mînak hinek pirtûk hebûn bi mehan em li bendê man ku bigihêjin destê me."   Di berdewama axaftina xwe de Vîyan bi lêv kir ku pirtûka Rêzimana Kurmancî berdewamiya xebatên beriya xwe bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji aliyê tesnîfên rêziman û têgehan ve cûdahî hene. Di hilbijartina têgehan de heta ji me hat me hewl da bala xwe bidin zaravayên kurdî yên din jî. Me hewlda ji aliyê têgehan ve nezikatiyê di navbera zaravayan de çêbikin. Me pir dixwast komxebatekê bi parçeyên din re çêbikin û gelek kes tevli komxebatê bibin, rêziman bê nîqaşkirin û nirxandin pişt re bê çapkirin lê ji ber şert û mercên Rojava, me nekarî vê komxebatê pêk bînin. Lê di komîteya SZK’ê de hat nîqaşkirin û nirxandin ji hemû sazî û dezgehên Rojava re û ji derve re ji kes û dezgehên di vî warî de kar dikin re hate şandin, piştî wan tebiniyên xwe ji me re şandin bi çend guherandinan re hat çapkirin."   'CARA EWIL E'   Vîyan, bi lêv kir ku cara ewil e li Rojavayê Kurdistanê xebateke Rêzimana Kurmancî ji aliyê saziyekê ve hatiye destpêkirin û wiha axivî: "Ji bo dû bendiya li ser rêziman ji holê rabê me xwest em xebateke bi vî rengî bikin. Li ser rêzimana me jî gelek nîqaş derketin. Hinek kes tevli bûn hinek kesan jî tevli nebûn. Lê formên ku hatinê hilbijartin formen ku ji xwe di kurmancî de hebûn. Taybet ji aliyê rastnivisînê ve têgehên ku me hilbijartin ji xwe di ziman de hebûn û me jî yek ji wan hilbijart. Piştî çapkirinê jî me got herkes bila rexneyên xwe bi awayekî fermî ji me re bişînin û em ê wan rexneyan bixwînin.  Ji xwe pirtûkeke ji sedî sed bê kemasî û şaşî ne mimkun e. Lê heta ku ji destê me hat me xwest ji gelek aliyan ve temam bikin. Heke kemasî an jî şaşitî di çapên din de hebin em ê sererast bikin. Di naveroka berhemê de zêdetir mijarên rast nivisînê bûn nîqaş. Çima paş daçek wiha hatine hilbijartin, tewanga navê nêr hatiyê guhertin. Yanî di berhemê de zêdetir li ser rastnivisînê nîqaş hatin kirin. Rexneyên hene em baş dibînin. Cara ewil e berhemeke bi vî rengî li Rojava dertê û heke weke dezgeyeke fermî em binirxînin, li Kurdistanê care ewil e gaveke wiha tê avetin."   TEWANG Û DAÇEK   Di berdewama axaftina xwe de Vîyan, guhertinên ku wan di pirtûkê de pêk anînê wiha ragihand: "Di navên nêr de bi biryara ku tewang bimînê hilbijart. Di xebatên rêziman ên berê de navên ner bê tewang hatine hilbijartin lê me aliyê wê yê tewandî hilbijart. Ew jî jixwe heye yanî ne ku cara yekemîn me hilbijartiyê. Ji bo parastina ergatîviya kurmancî  me tewanga navê ner parast. Mijara paş daçekan jî jixwe aliyên nivisînê yên cûda hene. Yanî daçekên (de re ve) hene û yên (da ra ve) hene ji van me daçekên ‘da ra ve’ hilbijart. Kurdên Xorasanê bi awayekî dinivisînin, kurdên behdînanê bi awayekî dinivisînin li Rojava bi awayekî û parçeyên din jî her wiha wisa. Ji bo yek kirinek di navbera me de çêbibe me awayê (da ra ve) hilbijart. Her dû di kurmanciya nivîskî de hene û ber belav in ji ber wê me hewl da em zaravayên din binêrin, wê deme me dît ku daçekên ‘da ra ve’ behtir tên bikaranîn me jî ev daçek hilbijartin."   'XEBAT Û PROJEYÊN SZK’Ê'   Vîyan da zanîn ku projeyên wan ên weke ferheng û komxebatan hene û tekildarî xebatên SZK'ê ev tişt anîn ziman: " 4 komîteyên SZK’ê hene yek jî ji wan, Komîteya Perwerdehiyê ye, li hemû bajarên kurdan navendên me hene û niha li herêma ereban jî em navendan vedikin û perwerdehiya zimanê kurdî didin. Komîteya me ya SZK Media heye, bi rêya medyaya sanal bernameyan çêdikin. Komîteya zimanî heye ev jî ji bo berdestkirina çavkaniyên zanîstî û ji zimanên biyanî û zaravayên kurdî dike. Xwendekarên ku ji SZK’ê derçûne 3 astên kirmançkî qedandine û ji zanîngehan dersên kirmançkî didin. Ji bo soranî jî em hewl didin çend kesan ji derve bînin û xebatên soranî li Rojava jî bidin destpêkirin. Ya bi taybetî ji bo standartkirina rêzimana Rojava bû heviya me ew e ku bi giştî li Kurdistanê di nav kurmancî de ji bo standartkirinê bibe gavek. Her wiha ji bo em ji zaravayên din sûde bigirin berhemên soranî û kurmanciya behdînanî bi alfabeya erebî hatinê çapkirin em niha wan berheman werdigerînin latînî. Me li Rojava ji Dêrikê heta Hesekê û Kobanê Navendên Perwerdehiyê yên SZK'ê dan destpêkirin. Plansaziya me heye ku gav bi gav bi dezgeyên perwerdehiyên heyî re em nîqaş û komxebatan pêk bînin."   'KURD BI KURDÎ DIXWÎNIN'   Vîyan destnîşan kir ku bi Şoreşa Rojava re xebatên zimanê kurdî jî bi berfirehî hatin meşandin û wiha got: "Beriya şoreşê zimanê kurdî li Rojava qedexe bû. Ji bo axaftina bi kurdî bi sedan kurd hatinê cezakirin. Tevî van qedexeyan jî xebatên ziman hebûn. Beriya şoreşê jî navenda me hatibû vekirin lê me xebatên xwe veşartî dikirin. Piştî şoreşê bi awayekî vekirî bê tirs perwerdehiyên kurdî û kar û xebat hatin meşandin. Di destpêke de me dest bi amadekirina mamosteyan kir ku ji bo em dibistanên kurdî vekin. Niha di asta dezgehên fermî de zimanê kurdî gelek baş e. Di dibistanan de kurd bi kurdî dixwînin û dinivisînin. Niha merîv dikarê bêje ku nifşêk tê amadekirin ku dema pêş bi giştî zimanê niviskî bibe kurdî. Her çiqas hinek kemasî hebin jî ji aliyê nivisînê ve hemû fermiyet kurdî jî di nav de bi kurdî û erebî ye. Wek SZK hewldana me ew e ku pirsgirêkên heyî çareser bikin û zimanê kurdî hê xurtir bikin."   'ZIMAN DIKARE YEKITIYA NETEWÎ PÊK BÎNÊ'   Di dawiya axaftina xwe de Vîyan bi lêv kir ku divê li ser ziman yekitiya netewî pêk were û axaftina xwe wiha qedand: "Ziman tevî cûdahiyên siyasî û bawerî jî hêmaneke ku dikare yekitiya neteweyî pêk bîne. Em nikarin di gelek tiştan de li hev bikin jî em dikarin li derdora zimanê xwe kom bibin û li hev bikin. Divê em kurd li dora ziman kom bibin û yekitiya xwe ya neteweyî li ser ziman çêbikin. Weke SZK me di rêziknameya xwe de jî nivisiyê ku ji bo yek kirinek li dora zimanê kurdî çêbibe çi ji destê me were em ê bikin. Kes û dezgeyên ku em bi wan re dixebitin jî bîr û baweriyên wan ên siyasî li hev cûda bin jî ji bo zimanê kurdî bixwazin xizmeteke bikin em bi wan kes û saziyan re dikevin tekiliyê û dixwazin yek kirinekê pêş bixin. Ev yek jî peywîra zimanzanên kurd û sazî dezgehên kurdî ye. "   MA / Mahmût Altintaş