ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-11 09:00:11     * Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç anî ziman ku hişyariyên erdhejê yên têkildarî Îmraliyê fikar zêdekirine. Dînç bal kişand ku daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” rewa ye û got: “Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek û zorê li çareseriyê bikin.”   * Hevseroka SZK’ê Vîyan Hesen ku bi Ferhat Mûsa re Rêzimana Kurmancî çap kir bi lêv kir ku wan ji bo standartkirina kurdî ya nivîskî xebatek bi vî rengî danê destpêkirin û ev xebat berdewamiya xebatên beriya xwe ye.    * Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê têkildarî aştiyek civakî axivî, diyar kir ku divê Tirkiye meseleya kurd bi rêya demokrasiyê çareser bike û got: “Polîtîkayên qeyûm û tecrîdê ji bo aştiyeke civakî astengî ne û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane.”   * HDP li ser angaştên pûç û bê kok ji 25'ê nîsana 2021'an heta niha ji doza Kobanê tê darizandin. Li ruxmê ku angaştên şahidên nepen û aşkere ku gotin “HDP'ê ji konferansa zindanê ya Qendîlê ferman girtiye" jî darizandina HDP'ê ya li dijî hiqûqê didome.    * Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ê xwest ku rojnamevan Silêman Ehmed ê asayîşa PDK’ê revandî û 48 roj in agahî jê nayê girtin were berdan û wiha got: “Divê rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên navnetewî di vî warî de hestiyar bin.”   * Danişîna doza derbarê parlamentera HEDEP’ê Ayşegul Doganê de hatiye vekirin dê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam bike. (09.00-17.00)   * Meclisa Jinan a HEDEP’ê dê li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyê bide. (09.30) ZINDÎ   * Danişîna 45’emîn a Doza Kobanê dê li Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)    * Nobetên Edaletê yên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê hatin destpêkirin berdewam dikin. (11.00-17.00)   * Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê kurtenavê partiyê yê nû û biryarên hatine wergirtin aşkere bike. (11.30)     * DFG Û MGK dê têkildarî rojnamevan Elfazî Toral û Sema Korkmaz ên di bin çavan de îşkence li wan hate kirin li Şaxa ÎHD’a Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Çalakiya karkerên Ozak Tekstîlê ya dest ji kar berdanê di roja 13’emîn de berdewam dike. (13.00)