Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn 2023-12-10 17:37:24   RIHA - Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan di navbera du malbatan de şer derket. Di encama şer de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.    Li navçeya Karakopru ya Rihayê li ber Miduriyeta Polîsan a Navçeyê di navbera Malbatên Sari û Aslan de şer derket. Di şerê ku hate îdiakirin ku ji ber nelihevkirina erd derketiye de Haşmet Sari jiyana xwe ji dest da. M.A. û H.A. jî birîndar bûn. Piştî şer 6 kes hatin binçavkirin.