Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin 2023-12-10 17:02:09   STENBOL - Rêxistinên elewiyan bi dirûşma “Perwerdeya laîk, jiyaneke mirovane û Tirkiyeya demokratîk” li Kadikoyê mitîng li dar xistin. Di mitîngê de peyama “Em ê teslîmî tarîtiyê nebin, zû yan jî dereng bi ser kevin” hate dayîn.    Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Federasyona Elewî Bektaşî (ABF), Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Kofederasyona Yekîneyên Elewiyan ên Ewropayê (AABK), Weqfa Çandê ya Anatoliyayê ya Haci Bektaş Velî, Komeleyên Çandê yên Elewiyan, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD),  Weqfa Cemê û Federasyona Alevî Canlar a Anatoliyayê li Kadikoy a Stenbolê bi dirûşma “Perwerdeya laîk, jiyaneke mirovane û Tirkiyeya demokratîk” mitîng li dar xistin.    Di mitîngê de pankartên “Hemwelatiya wekhev û jiyaneke mirovane mafekî bingehîn e. Em minetê bi komeke biçûk a ji keda bi milyonan kesan dixwin û rêya zalim telîmkirî nakin” û “Bila Diyanet bê rakirin” hatin vekirin. Her wiha dovîzên “Perwerdeya laîk”, “Em hemwelatiya wekhev dixwazin”, “Na ji dersên olê ya bi zorê re” û “Protokola ÇEDES’ê biavêjin sergoyê” hatin hilgirtin.    Nûnerên gelek rêxistinên partiyên siyasî û rêxistin û dezgehên civaka sivîl tev li mitîngê bûn. Girse, bi kortejan ber bi qadê ve meşiya. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Bi tena serê xwe rizgarî nabe, an bi hev re yan tu kes ji me” hatin berzkirin.    BERSIV DAN ÎDIAYA ‘WELAT DABEŞ DIKIN’    Di mitîngê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin û piştre jî lawje hatin gotin. Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Mûstafa Aslan di mitîngê de axivî û bal kişand ser pêdiviya bi demokratîkkirina komarê. Aslan, wiha got: “Em yekperest nînin. Bi taybet jî di demên dawî de îdiaya ‘elewî welat dabeş dikin’ dikin. Herin karê xwe. Em kesên yekperest, zayendperest û diz nînin. Em dixwazin vî welatî veguherînin welatekî demokratîk ku her kes bikare bi bawerî û rengê xwe tê de bijî. Em dixwazin perwerde laîk be. Lê Serokê Karên Diyanetê mîna MEB’ê dixebite. Dewlet nikare li dibistanan baweriyê li me ferz bike. Em dibêjin heke destûra bingehîn bibêje ‘laîk bimînin’ divê hûn wisa bikin. Em dibêjin ‘hedê xwe bizane.’  Careke din piştrast bû bê ka em çiqas mafdar bûn dema me digot bila Diyanet were rakirin. Di demeke ku mirov birçî, ji bo malê nanê xwe ji sergoyan kom dikin de dewletê bi rêya bacan dişêlînin û îcar niha jî destê xwe dirêjî nava malên me dikin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û destûrê nedin wan. Hinek kes hewl didin elewiyên xwe biafirînin. Em ê destûrê nedin.”    DAXUYANIYA HEVPAR    Piştre jî daxuyaniya hevpar ji hêla Serokê Giştî yê PSAKD’ê Cuma Erçe û Seroka Giştî ya AKD’ê Seher Şengul Yilmaz ve hate xwendin. Di daxuyaniya hevpar de hat gotin ku rêveberên welêt civakê dabeş û xizan dikin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Weke kesên ji ber bawerî, nasname, tercîha zayendî û nêrîna xwe ya siyasî cihêkarî lê tên kirin, em serî li ber polîtîkaya yekperest û înkarger a îktîdara AKP-MHP’ê natewînin. Em careke din ragihînin ku dê teslîmî tarîtiya wan nebin. Me mil da ye milê hev û tam li hemberî polîtîkayên zilm, zordarî, paşverûtî, şerîatperest û nîjadperestin disekinin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê zîhniyeta dixwaze welatê me ber bi tarîtiyê ve bibe bidome.”   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Civaka elewî li gel hemû mazluamn e û li dijî zaliman e. Lewma em dixwazin şerê qirêjî yê li ser xaka Filistînê tê domandin bê bidawîkirin. Her kesên li dijî kuştina zarok, jin û mazluman bêdeng dimîne û yên qaşo şermezar dikin, heta ku peymanên xwe yên leşkerî û aborî bidomînin dê ev şer bidome. Banga me ew e ku peywira xwe bi cih bînin.    ZÛ YAN JÎ DERENG EM Ê BI SER KEVIN   Zilmên hevkariya AKP-MHP’ê bi hejmartinê bi dawî nabin. Di têkoşîna maf û heqîqetê de em ê dev ji kovara laîk û demokratîk bernedin. Weke hemû gelên di sedsala yekemîn a komarê de cihêkarî lê hatiye kirin em ê bên gel hev, mil bidin milên hev û têbikoşin û vî welatî azad bikin. Em îro li vê meydanê careke din radigihînin. Rizgarî, di milên me de ye. Berpirsyartiya me tevan mezin e, barê me giran e lê hêviya me bêdawî ye. Ji me tevan re qewet be. Ji bîr nekin rêhevalên hêja; em ê bi ser kevin. Zû yan jî dereng em ê bi ser kevin.”