Li Zonguldakê hezaz: Cenazeyên dayik û kurê wê hatin dîtin 2023-12-10 11:49:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zonguldakê hezaz çêbû û dayikek û kurê wê di bin hezazê de mabûn. Di encama xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de cenazeyên her duyan hatin dîtin.    Ji ber barîna barana zêde ya li Zonguldakê, li kolana Tulumba ya li Taxa Asmayê hezaz çêbû. Ji ber hezazê, welatiya bi navê Perîhan Çakar a 82 salî û kurê wê Saît Çakar ê 51 salî di bin hezazê de man. Ji bo dîtina dayik û kurê wê xebat hatibûn destpêkirin û şevê din navber hatibû dayîn. Di danê sibehê de xebat dîsa hatin destpêkirin.    AFAD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got: “Di encama xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de xebatkarên me cenazeyê du welatiyan dîtin.”   Cîgirê Wezîrê Karên Hundir Munîr Karaloglû jî li herêmê daxuyanî da û ev hişyarî kir: “Zêdetirî 50 saet in baran dibare. Êdî ax ji avê têr bûye. Ricaya me ji welatiyan ew e ku li hişyariyan guhdar bin. Heta niha xesar gihiştiye malekê û ji bo tevdîrê 14 mal hatin valakirin. 42 welatiyên me hatin veguhestin.”