Ji bo girtiyên nexweş dê Nobeta Mafê Mirovan were girtin 2023-12-10 10:17:32 STENBOL - TÎHV û ÎHD bi armanca bale bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiyên “Nobeta Mafên Mirovan” û “Em Findên Xwe ji bo Mafên Mirovan Vêdixin” li dar bixin. Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan dê di çarçoveya Heftaya Mafên Mirovan de, di navbera 10 û 17’ê kanûnê de dê hin rêzeçalakiyan li dar bixin. Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yên Stenbolê dê vê çarçoveyê de di tevahiya hefteyê de ji nîşandana fîlman heta panel, gotûbêj û daxuyaniyan, rêzeçalakiyan li dar bixin. TÎHV û ÎHD dê saet di 12.00’an de li Qada Sûltan Ahmetê daxuyaniyekê li dar bixin û piştre jî di saet 14.00’an de bi sernavê “Muayeneyên Binçavkirinê” li Odeya Bijîşkan a Stenbolê panelekê li dar bixin. Piştî panele jî dê resepsiyonek were dayîn.    JI GIRTIYÊN NEXWEŞ RE QERT   Di 12’ê kanûnê dê ji bo girtiyên nexweş çalakiya şandina qertan were lidarxistin. Piştî daxuyaniya li Şaxa ÎHD’a Stenbolê were dayîn dê saet di 13.30’an de ji girtiyên nexweş re qert werin şandin.    GOTÛBÊJ Û NÎŞANDANA FÎLM   Dê di 13’ê kanûnê de nîşandana fîlm û gotûbêjan were kirin. Dê di heman çarçoveyê de nîşandana fîlma “Hafiza Yetersîz” û li Şaxa ÎHD’a Stenbolê saete di 18.30’an de bi tevlîbûna Umît Kivanç dê gotûbêj were lidarxistin.    ASTENGKIRINA TEHLIYEYAN    Dê di 16'ê kanûnê saet di 14.30'an de li Şaxa ÎHD’a Stenbolêbi sernavê “Astengkirina sepanên mafê serbestiya bivenêrîn û tehliyeya bi şert” dê panelek were lidarxistin. Dê di panelê de balê bikêşin ser astengkirina tehliyeyên ji ber biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyan (ÎGK) ên bi hinceta “halnebaşiyê" û nayên berdan.    NOBETA MAFÊN MIROVAN    Di 17’ê kanûnê de dê li Şaxa ÎHD’a Stenbolê “Nobeta Mafên Mirovan” were lidarxistin. Di heman rojê saet di 18.00’an de dê li avahiyê şaxê çalakiya “Em Findên Xwe ji bo Mafên Mirovan Vêdixin” were lidarxistin.