‘Bila Bîrdariya Mafên Mirovan a ku wesayît lê qelibî bê çêkirin' 2023-12-10 09:06:05   ÊLIH - Hevserokê Şaxa ÎHD'a Êlihê Ahmet Şiray, diyar kir ku Abîdeya Mafên Mirovan a di encama qezaya wesayîtê de xera bûye ji bo gelê bajêr û xizmên windayan girîng e û xwest ku bîrdarî bê temîrkirin.    Bîrdariya Mafên Mirovan ku li Êlihê di ketina Kolana Gulistanê de ye û bûye sembola bajêr, di 5'ê kanûnê de qamyonek lê qelibî û xesar dît. Sembola dinya û kevokê ya li ser bîrdariyê xera bû. Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya qeyûm de ku zirar tespît kir, der barê pêşeroja bîrdariyê de agahiyên zelal neda endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). Her wiha nehat zanîn bê ka wesayît bi zanebûnî li bîrdariyê qelibiye yan na. Hevserokê Şaxa ÎHD'a Êlihê Ahmet Şiray xwest abîdeya ku sembola bajêr û sembola çalakiya ÎHD'ê û xizmên windayan e bê temîrkirin.    Hevserokê Şaxa ÎHD'a Êlihê Ahmet Şiray   ‘BILA BÛYER BAŞ BÊ VEKOLANDIN'   Şîray, destnîşan kir ku bîrdarî di çalakiya xizmên windayan de xwedî cihekî girîng e û got ku Bîrdariya Mafên Mirovan ku li ser cadeya ji çûnûhatina wesayîtan re girtî ye, qemyonekê lê qeliband. Şîray bilêv kir ku ev cihê pirsînîşanê ye û got ku ev yek gumana dibe ku ev êrişeke bi zanebûnî be li wan peyda kiriye.    Şîray, anî ziman ku ew bi vê bûyerê re xemgîn bûne, ji lew re çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ji sala 2009'an û vir ve li ber Bîrdariya Mafên Mirovan tê lidarxistin. Şîray, got: “Bîrdarî ji bo şaxa me û xizmên windayan bûye sembol. Em êrişa li ser Bîrdariya Mafên Mirovan şermezar dikin û daxwaz dikin ku bûyer bi berfirehî bê lêkolînkirin û der barê berpirsyaran de tedbîrên sûc bên girtin û di demek herî kurt de bîrdarî bê temîrkirin û restorekirin. Em ê şopdarê bûyerê bin."    BANGAWAZİ   Şiray bang li şêniyên bajêr kir û got ku divê her kes ji bi jinûveavakirin bîrdariyê tevbigere.