Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin 2023-12-10 09:02:59   AMED - Dayika Civan Boltan ê di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de ye Nazîme Boltan diyar kir ku divê dengê girtiyên di greva birçîbûnê de bê bihîstin û got ku divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.   Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. 38 girtiyên ku nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin hene. Lê tevî hemû bangawaziyan jî nayên berdan û bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Girtiyên nexweş ên serbest tên berdan jî piştî derketina ji girtîgehê di demeke kin de jiyana xwe ji dest didin. Di 2 salên dawî de zêdetirî 100 girtiyên ku di girtîgehê de bi mirinê re rû bi rû hatibûn hiştin jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî jî girtiyê bi nexweşiya giran Cemal Tanhan (68) ku 30 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dima, di 23'yê cotmehê de ji ber felcbûnê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Bolû ya Îzzet Baysalê. Tanhan ku di 27'ê cotmehê de sewqî Beşa Cerahiyê ya Giştî ya Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê hatibû kirin, di 6'ê mijdarê de biryara tehliyeyê wî hatibû dayîn. Lêbelê Tanhan di 4'ê kanûnê de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Mirina Tanhan, biryarên Saziya Tiba Edlî (ATK) ku raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" ji bo girtiyên nexweş amade dike, da ber nîqaşan.    ‘GER BIHATA DERMANKIRIN DÊ BIJIYA'   Dayika Civan Boltan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Bolûyê û di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de Nazîme Boltanê bertek nîşanî neberdana girtiyên nexweş da. Dayika Boltan bi bîr xist ku sal û 3 meh an ji bo girtiyên nexweş Nobeda Edaletê li dar xistine û got ku yekane daxwaza wan berdana girtiyên nexweş bû lê nehatiye qebûlkirin. Boltan, destnîşan kir ku sedema mirina girtiyên nexweş AKP ye û got: “Cemal Tanhan 68 salî bû û ger di wextê xwe de bihata dermankirin, dê îro bijiya. Ev zilm e."   ‘GAVA TÊN BER MIRINÊ WAN RADIKIN NEXWEŞXANEYÊ'   Boltan, anî ziman ku heta rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş neyê asteke krîtîk nayên berdan û wiha got: “Ji ber ku dizanin girtiyên nexweş wê kengê bimirin lê bes ji bo peyama 'li girtîgehê nemir' bidin wan berdidin. Lê ev ne berdan e. Heke di wext de midaxile li nexweşan bê kirin, dê ev mirin çênebin."    RAPOR NEDAN WÎ   Boltan, diyar kir ku kurê wê jî di lîsteya girtiyên nexweş ên giran de ye, nayê dermankirin û berdana wî tê astengkirin û wiha got: “Kurê min çend meh berê birin ATK’ê lê tevî hemû nexweşiyên wî jî ATK’ê rapor nedayê. Ev zilm û heqaret e. Em vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku wezîfeya xwe bi cih neanîne, em dixwazin berpirsên ku wî derman kirine ji kar bên dûrxistin. Divê girtiyên me yên nexweş bên berdan, em ê bi xwe wan derman bikin. Ger hewce bike, em dikarin xaniyê xwe bifroşin, deyndar bibin, birçî jî bimînin, lê em ê zarokên xwe derman bikin."    ‘BILA HEVDÎTIN BI ABDULLAH OCALAN RE BÊ KIRIN'   Boltan ku beşdarî Nobeda Edaletê ya ji bo piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê bû, diyar kir ku divê ev daxwaza girtiyan bi cih were anîn. Boltan, axaftina xwe wiha qedand: "Zarokên me di demên dawî de dîsa dest bi greva birçîbûnê kirin û ger hewce bike em ê heya dawiyê li pişta zarokên xwe bin û piştgiriyê bidin doza wan. Dema ku tecrîd rabe dê gelek pirsgirêkên li welêt, bi taybetî jî pirsgirêka kurd çareser bibe. Çareserkirina van pirsgirêkan bi tecrîdê ve girêdayî ye. Ji ber vê tecrîdê zext li girtîgehan li girtiyan û li derve jî li ser me tê kirin. Ev ê heta kengî wiha berdewam bike? Em ê vê qebûl nekin. Divê tecrîd di zûtirîn demê de bê rakirin û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.   MA / Mehmet Guleş