‘Bila girtiyên nexweş ên giran werin berdan’ 2023-12-09 16:40:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê hatine dayîn de hat xwestin ku girtiyên nexweş Erdal Ozel, Abdulbarî Yildirim û Mehmet Bayram werin berdan.    Komîsyonên girtîgehan ên li Îzmîr û Stenbolê yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên li Stenbol û Îzmîrê û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di daxuyaniyên li dar xistine de bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş ên giran.    STENBOL    Komîsyona Girtîgeha a Stenbolê 611’emîn Rûniştina F ya ku her heftê li dar dixin li pêşiya avahiyê komeleya xwe li dar xist. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexwe ê giran Erdal Ozel ê di Girtîgeha Metrîs a Tîpa R de tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankartên “Tedawî maf e maf nayê astengkiriN”, “Bila Erdal Ozel were berdan", û “Tecrîd dide kuştin, piştevanî dide jiyîn” hatin vekirin. Gelek aktîvîstên parastvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn.    Daxuyaniyê berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn xwend. Acettîn destnîşan kir ku nexweşiyên ‘şîzoftenî, dil, hîpertansiyon, şekir, gurcik, prostat û demansê yên Ozal hene. Ozal ji ber nexwşiyên xwe yên nayên dermankirin êdî nikare jiyana xwe bidomîne. Ji bo Ozel were dermankirin divê were berdan.”   ÎZMÎR    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî 280’emîn çalakiya xwe ya “Ji girtiyên nexweş re azadî” ku 2 heftayan carekê li dar dixin, li pêşiya Sumerbang a kevn li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nebe, nebe şirîkê sûc” hat vekirin. Gelek parastvanên mafên mirovan û welatî tev li çalakiyê bûn.    Di daxuyaniyê vê hefteyê de Zîlan Gumuş bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Abdulbarî Yildirim ê di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Şakrana Îzmîrê tê ragirtin. Kurdiya daxuyaniyê Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş, tirkiya wê jî rêveberê ÎHD’ê Îslam Arpat xwend.    Di daxuyaniyê Gumuş diyar kir ku nexweşiyên tansiyon, farenjit, titiqa piştê û mîdeyê wî hene. Herwiha Gumûş diyar kir ku diranên Yildirim di îşkenceyan de hatine jêkirin û bi salan in tedawiya wî baş nayê çêkirin û bêdiran e.     Gumuş da zanîn ku ji ber ferzkirina poşmantiyê tehliyeya Yildirim 6 mehan hatiye taloqkirin û got: “Ji sepanên derveyî hiqûqê û ji encamên sepanên keyfî rayedar berpirsyar in.”   ENQERE    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî 483’emîn çalakiya xwe ya heftane, li pêşiya avahiyê Şaxa ÎHD’a Enqereyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş werin berdan” hate vekirin. Daxuyaniyê endama Şaxa ÎHD’ê Sevîl Tûrgût xwend.    Tûrgût destnîşan kir ku li gorî agahiyê wan kom kirine rewşa 651 girtiyên nexweş giran e û bi giştî hezar û 517 kes jî girtiyên nexweş hene. Ji ber raporên ATK’ê yên “dikare di girtîgehê de bimîne” binpêkirina mafên jiyanê derdikevin holê. Ji serê salê heya niha herî kêm 40 girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan.”   DIVÊ LEZGÎNÎ WERE BERDAN   Di daxuyaniya vê heftê de bal kişandin ser rewşa Mehmet Bayram ê di Girtîgeha Ferîzlî ya Sakaryayê de tê ragirtin. Dûrgût destnîşan kir ku rapora ji sedî 97 a Bayram heye got: “Nexweşiyên gurçik, dil ên Bayram hene û tedawiya penceşêrê dîtiye. Di sala 2022 û 2023’yan de 4 caran rakirin servîsa venêrîna awarte û 60 rojan ma di servîsa venêrîna awarte de. Nikare ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê 6 mehan di girtîgehê de bimîne. 9 meh cezayê wî maye. Divê demildest were berdan.”