‘Heke em bi paşeroja xwe re hevrûnebin, nikarin pêşerojeke baş biafirînin’ 2023-12-09 15:43:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên Windakiriyan xwestin ku faîlên Hasan Esenboga yê piştî hate binçavkirin cenazeyê wî hate dîtin û Taybet Înan a li Silopiyayê hate qetilkirin bên dîtin û wiha gotin: “Heke em bi paşeroja xwe re hevrû nebin, em nikarin pêşerojeke baş ava bikin.”   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windakiriyan bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya 774’emîn ku her hefte li dar dixin, pêkanîn. Malbat û ÎHD tevî barîna barana li Amedê jî li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezanê hatin bahev, aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiya wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin de gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî piştgirî dan çalakiyê.     ‘GUH BIDIN LÊGERÎNA EDALETÊ’    Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê di çalakiyê de ewilî axivî, diyar kir ku gelek binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê ji ber neçareseriya pirsgirêka kurd e.   HEVRÛBÛNA CIVAKÎ     Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê tev li çalakiyê bû jî anî ziman ku fatoreya herî giran a ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd a li vî welatî di salên 1990’an de hate dayîn û wiha got: “Di salên 90’î de mirov bi darê zorê ji malên wan dihatin wergirtin û li cihekî dûr dihatin qetilkirin. An diavêtin li ber çeman an jî bêyî ku malbatên wan bên agahdarkirin bi awayekî veşartî dihatin veşartin. Tevî ku evqas sal derbas bûne jî hêj aqûbeta van mirovan tê pirsîn. Mixabin ji ber ku mexdûr kurd in lêpirsînek nayê destpêkirin û darizandin nayên kirin. Têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên salên 1990’an derbarê hêzên ewlehiyê de doz hatin vekirin. Lê yek bi yek veguhestin bajarên rojavayê Tirkiyeyê. Ev doz jî bi polîtîkayên necezakirinê yek bi yek bi têgeha demboriyê hatin girtin. An jî bi beraetê encam girtin. Em weke parazvanên mafên mirovan dibêjin li cem malbatên windakiriyan e. Heke em bi paşeroja xwe re hevrû nebin, em bi pirsgirêkên xwe yên civakî re hevrû nebin, em nikarin pêşerojeke baş ava bikin.” Di çalakiya vê hefteyê de Endama Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî çîroka Hasan Esenboga yê di sala 1994’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê hate binçavkirin û piştî 4 rojan cenazeyê wî li zeviyeke vala ya li ser rêya Cizîr û Hezexê hate dîtin xwend.    LI ÊLIHÊ ÇALAKIYA 610’EMÎN    Li Êlihê jî ÎHD’ê û malbatên windakiriyan ji bo çalakiya xwe ya 610’emîn li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê hate bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de wêneyên windakiriyan hate hilgirtin. Malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dêrdûşa Şaristaniyê de Windakirin re (MEBYA-DER), Baroya Êlihê, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tev li çalakiyê bûn.    TAYBET ÎNAN NEHATE JIBÎRKIRIN   Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Taybet Înan a roja 5’emîn di qedexeya derketina kolanan a di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Silopiyayê hate îlankirin de hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê me hate xwendin. Çîrok ji aliyê Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Rezan Baytar ve hate xwendin.    LI CIZÎRÊ JÎ DAXUYANÎ      Şaxa ÎHD’a Şirnexê jî ji bo çalakiya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Kolana Hunerê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Şirnexê Haşîm Tûgûrlû yê di daxuyaniya gelek kes tev li bûn de axivî. Tûgûrlû, bi bîr xist ku malbatên windakiriyan 774 hefte ne çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û aqûbeta windakiriyên xwe dipirsin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Hasan Esenboga yê di 25’ê kanûna 1994’an de li gundê Bênat ê girêdayî navçeya Cizîrê di bin çavan de hate windakirin hate parvekirin.