Sancar: Meşa azadiyê tevî astengiyan berdewam dike 2023-12-09 13:46:40   RIHA - Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar ê di kongreya HEDEP’ê ya Xelfetiyê de axivî, diyar kir ku meşa azadiyê tevî astengiyan jî berdewam dike û wiha got: “Meşa me meşa wekhevî, demokrasî, mafê kedê û azadiya baweriyan e.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Xelfetiyê 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li avahiya xwe li dar xist. Ji bilî parlamenterên bajêr Mîthat Sancar, Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Pankartên “Ji birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” û “Denîz Poyraz nemir e” li eywanê hatin daliqandin. Kongre bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hate kirin dest pê kir.    Parlamenterê HEDEP’ê Omer Ocalan ê di kongreyê de axivî, diyar kir ku Xelfetî navçeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Divê li navçeyê her tim paradigmaya birêz Ocalan li ber çavan bê wergirtin û siyaset were kirin. Li vir kurd û tirkmen bi hev re dijîn. Gel li vî baxçeyê gulan bi hev re dijîn û siyasetê dikin. Divê em bi hev re paradîgmayê bi hêz bikin. Divê em ji her demê bêhtir xwedî li nirxên xwe derkevin. Divê em şaredariya vê navçeyê qezenc bikin.”   Parlamenterê HEDEP’ê yê Rihayê Mîthat Sancar ê pişt re mafê axaftinê wergirt jî wiha got: “Meşa azadiya me weke Firatê her astengiya derdikeve pêş derbas dike û rêya xwe didomîne. Em bi hev re têkoşîna demokrasiyê bilind dikin û em ê bilind bikin. Ji ber vê yekê divê rêveberiyên herêmî xurt bin. Serdema pêş dê ev meşa me li Xelfetiyê bibe mînak. Meşa me meşa wekhevî, demokrasî, mafê kedê û azadiya baweriyan e. Bingeha xwişk û biratiyê wekhevî ye. Ne tenê li Xelfetiyê em ê li her derê siyaseta demokratîk bihûnin. Têkoşîna demokrasiyê li herêmê dest pê dike. Rêxistinkirina herêmî bingehê demokrasiya herêmî ye. Pêşiya me hilbijartinên herêmî hene. Ji bo ku em xwe bi xwe rêvebibin divê em vîna xwe birêvebirinê nîşan bidin. Xelfetî ya me ye.”     Parlamenterê HEDEP’ê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Tecrîd îro belavî her derê bûye. Li dijî vê çalakiya greva birçîbûnê heye. Divê em li her derê dengê girtiyan bilind bikin.” Şenyaşar ê bal kişand ser hilbijartinên herêmî wiha berdewam kir: “Hilbijartinên herêmî ne armanc in, armanc ew e ku dengê me zêdetir derkeve holê.”   HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJARTIN    Piştî parvekirina raporên xebat û malî Mehmet Yalçinkaya û Aslihan Çîftçî weke Hevserokên HEDEP’a Xelfetiyê hatin hilbijartin.