Tirkiye di bombebarana Til Temîrê de 2 zarok û jinek birîndar kirin 2023-12-09 13:18:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye xaniyek li gundê Deşîşe ya girêdayî Til Temirê topbaran kir. Di encama topbaranê de 3 welatî birîndar bûn.   Tirkiye vê sibehê bi çekên giran gundê Deşîşe ya girêdayî navçeya Til Temirê topbaran kir. Di encama topbaranê de 2 zarok û jinek birîndar bûn. Mala welatiyê bi navê Ebduselam El Mela bû hedefa topbaranê. Di encama topbaraên de Kemal Ebduselam Mihemed (16) Nûriye Mihemed El Hisên (40) û Muna Ebduselam Mihemed (10) birîndar bûn. Kesên birîndar bûne ji bo ku werin darmankirin rakirin nexweşxaneya Til Temirê.