Girtiyê piştî 30 salan hate berdan bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin 2023-12-09 13:13:56   WAN - Seyît Oktay ê piştî 30 salan hate berdan, li bajarê xwe Wanê bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin.    Seyît Oktay ê di sala 1993’yan de li Wanê piştî hate binçavkirin û girtin ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê muebbetê lê hatibû birîn, duh ji Girtîgeha Tîpa T a Tokatê hate berdan.    Seyît Oktay, di nava 30 salan de pirtûkên bi navê “Bêhna Çiya (Dag Kokûsû), Tabletên Aramî (Aramî Tabletlerî) û Destana Aryen Medê (Aryen Med Destani) nivîsîn.    Oktay ê li ber deriyê girtîgehê ji aliyê ferdên malbatê ve hate pêşwazîkirin, pişt re ber bi bajarê xwe Wanê ve bi rê ket. Oktay ê piştî 9 saetan bi şev gihişte Wanê, ji aliyê girseyeke qelebalix a xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin. Ji bo Oktay ê kûlîlk danê strana “Şervano” hate lêxistin û meşale hatin vêxistin.    Oktay, kevokên spî ku sembola aştiyê ne firandin.