Parêzerê ku ji ber axaftina bi kurdî hat derbkirin: Ev berdewamiya hişmendiya ‘Tirkî biaxive, pir biaxive’ ye. 2023-12-09 11:07:47   RIHA - Endamê Şaxa OHD’a Rihayê Parêzer Ahmet Atiş ê ku ji ber li Qereqola Cendermeyan bi muwekîlê xwe re bi kurdî axivî hate derbkirin, diyar kir ku ev êrîş berdewama zîhniyeta “Tirkî biaxive, pir biaxive ye” û got ku li qereqolê jê re gotinê ku “Ev der Tirkiye ye, zimanê vir tirkî ye”.   Karkerên Ozak Tekstîlê ku li dijî zext, gef û avêtina ji kar 13 roj in li ber xwe didin, di roja 10’emîn a çalakiyê anku di 6’ê kanûnê de ji hêla cendirmeyan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ahmet Atiş jî ji bo miwekîlên xwe yên binçavkirî çû Qereqola Cendirmeyan a Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Rihayê. Atış ji ber ku li qereqolê bi muwekîlê xwe re bi kurdî axivî, rastî heqaret û êrîşa fizîkî ya fermandarê Qereqola Cendermeyan hat û bi zorê ji qereqolê hat derxistin, destûr nehat dayîn ku bi muwekîlê xwe re biaxive. Atiş ku piştî bûyerê serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê da û giliyê leşkeran kir, êrîş weke bêtehamuliya li dijî zimanê kurdî nirxand.   Ahmet Atiş, diyar kir ku dema karker rakirine nexweşxaneyê bûyera lêdanê ya li dijî wî pêk hatiye û wiha qal kir: “Ji karkerên hatin binçavkirin yek jê bi lêdanê hat binçavkirin. Li ser bedena wî şopên ledanê hebûn. Min bi kurdî ji muwekîlê xwe re got, dema hûn biçin nexweşxaneyê şopa ledanê nîşanî bijîşk bide. Li ser vê yekê cendirmeyan bi gotina 'Ez ji zimanê te fêm nakim' hewl dan ku ez neaxivim. Min got ku di navbera min û muwekîlê min de ye rewşeke ku hûn fêm bikin tune ye û di qanûnê de jî bi zelalî tê gotin. Cendirmeyekî din li wir got, 'Ev der Tirkiye ye, zimanê vir tirkî ye.' Min bertek nîşan da û got ‘ez kurd im û ez ê bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim.’ Dema ev nîqaş dihatin kirin, fermandarê qereqolê ket hundir û êrîşî min kir. Bi gotina 'Tu bi kurdî neaxive' heqaret li min kir. Paşê 4-5 kesan bi darê zorê destên min girtin û ez avêtim derve.”   'TIRKÎ BIAXIVIN PIR BIAXIVIN'   Atiş, anî ziman ku ev êrîş bêtehamuliya li dijî zimanê kurdî ye û got ku “ev berdewamiya hişmendiya 'tirkî biaxive, pir biaxive' ye.” Atiş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê li dadgehan parastina bi kurdî qedexe bû. Lê di encama berxwedaneke mezin a gelê kurd de parastina bi kurdî bû mafekî qanûnî. Lê belê bêtehamuliya li dijî kurdî hê jî li qereqol û saziyên dewletê dewam dike. Duh li navçeya Bismîlê ya Amedê tabelaya bi kurdî ya 'Hûn bi xêr hatin' ji aliyê qeyyum ve hat rakirin. Her wiha gelek navên kolan, meydan, park û taxên kurdan jî ji aliyê qeyyum ve hatin guhertin. Sed salên dawî bi red, înkar û qetlîaman re derbas bûn. Ez hem wekî parêzer û hem jî wekî parêzvanê mafên mirovan dibêjim ku divê em vê sedsalê wiha derbas nekin û hemû ziman û nasname bi awayekî azad bi hev re bijîn.”   GILIYÊ LEŞKERAN KIR   Atiş ê diyar kir ku der barê bûyerê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê daye, anî ziman ku giliyê leşkeran kiriye û ev tişt gotin: “Ji ber ku li min xistin, heqaret li min kirin û mafê min ê parêzeriyê hat binpêkirin, min giliyê wan kir. Em ê vê bûyerê bişopînin. Yên ku vê bêtehamuliya li dijî kurdî nîşan didin, em ê bi rêyên hiqûqî hesab bipirsin. Yên vê dikin ji polîtîkayên bêcezakirinê hêzê digirin. Her çiqas em behsa mafên qanûnî bikin jî dewletê tu carî qanûnên xwe pêk neaniye. Ji ber vê jî bûyerên wiha zêde dibin. Em hêvî dikin ku dadgeh der barê kesên ku ev kirine de lêpirsînê bide destpêkirin. Ji ber ku ev ne tenê li dijî min, li dijî gelê kurd jî nêzîkatiyek e. Ji ber ku zimanê me yê zikmakî hebûna me ye, em vê nêzîkatiya li dijî hebûna xwe qebûl nakin. Em ê xwedî li ziman û nasnameya xwe derbikevin.”   ‘DIVÊ BÊ CEZA NEMÎNE’   Atiş, destnîşan kir ku ji bo careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin divê kesên êrîş kirine bên cezakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji aliyê hiqûqî ve parastina bi kurdî, axaftina parêzer bi muwekîlê xwe re bi kurdî yan jî bi zimanekî din bike ne sûc e. Lê belê, ew qanûnên xwe jî nas nakin. Ji bo vê jî em nikarin behsa qanûnan bikin. Ger qanûn bê bicihanîn divê kesên ku ev kiryar kirine bên cezakirin. Divê ev nêzîkatiya li hemberî zimanê kurdî, li gorî hiqûqê bê ceza nemîne.”   MA / Mahmût Altintaş