Asya Gezer: Em ê dest ji hesabpirsîna Gerîbeyê bernedin 2023-12-09 11:05:58   MÊRDÎN - Ji ser qetilkirina Garîbe Gezer a di girtîgehê de rastî îşkenceya fizîkî û destdirêjiyê mabû, 2 sal derbas bûn. Faîlên Gezerê ev 2 sal in tên parastin û xwîşka wê Asya Gezer diyar kir ku ew ê dest ji hesabpirsînê bernedin.”   Garîbe Gezer piştî ku ji Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê sirgunî Girtîgeha 1 Hejmar a Kandirayê hate kirin, rastî îşkenceya fîzîkî û destdirêjiyê hat û di 9’ê kanûna 2021’an de jî hate qetilkirin. Gerîbe Gezer a di sala 2016’an de dema ji naveçeya Kerboran a Mêrdînê, diçû serdana xwîşka xwe ya li Kutahyayê dixwend, bi hinceta qedexeya derketina derve heye, hate binçavkirin û girtin. Gezer bi dorê sirgunî girtîgehên Mêrdîn, Şakran, Tarsûs û Kandirayê hate kirin.    DAXWAZA DAWÎ: TIŞTÊN HATINE SERÊ MIN BILA WERIN BIHÎSTIN   Di doza derbarê Gezer de hatiye vekirin de 21 sal cezayê hefsê li Gezerê birîn û di girtîgehên ku lê hatibû sirgunkirin de rastî îşkenceya fîzîkî û destdirêjiyê hat. Gezer a heya kêliya dawî ya jiyana xwe, li ber xwe da û di peyama beriya qetilkirina xwe ya ji parêzer û malbatê xwe re şandibû de wiha gotibû: “Bila tiştên hatine serê min werin bihîstîn.”    NAME Û DAXWAZNAME WEK DELÎL NEHATIN HESIBANDIN   Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ji destpêkê ve lêpisînê wek “veşartî” da meşnadin. Destûr nedan malbat û parêzer xwe bigehînin dosyeyê. Dozgerî di rojên dawî yên meha mijdarê de derbarê lêpirsînê de bi îdiaya “kêmbûna delîlan” biryara neşopandinê da.   Tiştên Gezer di axaftina telefonê de gotine, nameyên nivîsandine, giliyên kirine, îşkenceya ku rast hatiye û dîmenên îşkenceya li wê hatiye kirin, wek delîl nehatin hesibandin û di 9’ê kanûna 2021’an de agahiya mirina wê hat.    DÎMENÊN ÎŞKENCEYÊ WEK NEDÎTÎ HATIN HESIBANDIN   Aqûgeta lêpirsîna piştî mirina Gezerê hatiye destpêkirin jî bû wekî giliyên wê. Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê di lêpirsîna derbarê qetilkirina Gezerê daye destpêkirin de bi hinceta “Delîl kêm in” biryara ku “hewcehî bi lêkolînê nake” da û dosye girt. Parêzêran li ser vê yekê dosyeyê birin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). AYM heya niha derbarê dosyeyê de tu biryar nedane û dîmenen ku Gezer ji erde re dihat kaşkirin û birina wê ya odeya bisunger, ji hêla kamerayan ve hatibû kişandin.    ASYA GEZER: EM Ê XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WA DERBIKEVIN   Gezer a tiştên hatine serê wê yek bi yek bi xwîşka xwe re parve kir. Xwîşka Gezerê Asya Gezer destnîşan kir ku ew ê bibin şopdarê dosyeyê û wiha axivî: “Garîbe berî ku were qelilkirin tiştên hatine serê yek bi yek bi min re parve kir. Beriya ku Gerîbeyê bibin odeya bisunger îşkence li wê kirin. Paceyê vekirî hiştin û wê di sermaye de dan sekinandin. Dawiya dawî bi awayekê wê qetil kirin. Garîbe ji kêliya ketiye girtîgehê haya dawiyê li ber xwe da. Ji xwedîderketina têkoşîna Gerîbeyê bêhtir tu şansê me tune.”   ‘FAÎL DÊ DI WIJDANAN KURDAN DE WERIN MEHKUMKIRIN’   Asya Gezer da zanîn ku hewldana wan ew e ku dengê Gerîbeyê bidin bihîstin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê bibin denge wê, em ê mafê bigerin û em ê hesaba wê bipirsin. Em ê têkoşîna Garîbeyê bidin jiyîn. Dosya niha li AYM’yê ye. Heke misqalek ji hiqûqê mabe, dê ji bo darizandina faîlên Garîbeyê biryar were dayîn. Em failan dizanin. Heke ev darizandin çênebe jî dê faîlên Garîbeyê di wijdana raya giştî de, di wijdana gelê kurd de dê were mehkumkirin. Em ê dest ji hesabpirsînê bernedin.”