Doza xaniyên xwe yên ku ji ber îhmalkariyê xesar dîtine dikin 2023-12-09 09:15:22   AMED - Li navçeya Sûrê avahiyeke 5 qatî hilweşiya. Malbatên ku xaniyên wan ji ber vê avahiyê xesar dîtin, ji dêvla xaniyên xwe yên mohrkirî cihekî dixwazin.    Li taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê di 7'ê kanûnê de avahiyeke 5 qatî hilweşiya. Ji ber vê hilweşîna vê avahiya ku bandor ji erdhejên 6'ê Sibatê yên Mereşê girtibû û vala bû, 3 apartmananên ku 30 daîre tê di wan de, zirar dîtin. Apartmananên zirardîtî hatin mohrkirin û malbat ji hatin derxistin. Gelek malbatên li derdorê jî, ji tirsa bi şev çûn cem xizmên xwe yan jî di konteyneran de man. Malbatên ku malên wan hatine mohrkirin daxwaza cihekî mayinê dikin.    Mekiye Baranê anî ziman ku şêniyên taxê ji ber hilweşîna apartmanê pir tirsiyane û got ku her çendî bi ziyana avahiyê dihat zanîn jî, tu tevdîr nehatin girtin. Baranê diyar kir ku piştî avahî hilweşiyaye avahiya wan jî zirar dîtiye û ji ber vê çûne mala kurê xwe. Baranê diyar kir ku dixwazin eşyayên xwe ji mala xwe ya xesardîtî derxin û doza cihekî mayinê kir.    Ramazan Kayhanê ku li Apartmana Ûmîtê ya li kêleka avahiya daîreya hilweşandî dijî, wiha got: "Mirov perîşan bûne û li derve mane." Kayhan anî ziman ku ew nikarin bikevin xaniyên xwe yên ku zirareke mezin dîtine û got: "Ez diçim gund. Lê dê yên din çi bikin, dê biçin ku derê? Em eynî wekî dema erdhejê bêçare mane."