ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-09 09:00:05     * Parlamenterê HEDEP’ê Omer Ocalan destnîşan kir ku di nava gelên cîhanê de her ku diçe zêdetir xwedî li paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tê derketin û got: “Êdî dema azadbûna birêz Ocalan hatiye.”   * Abdurrahman Ayhan anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê di nava dînamîkên civakê de rê li ber dijminatiyê vekir û got: “Tecrîdkirina Ocalan, ji bo Tirkiyeyê tê wateya karesatê.”   * Ji 3 gerîlayên HPG'ê yên ku PDK'ê kemîn danîbû ber wan û ew girtibûn, 2 sal in tu agahî nayê girtin. Xwişka endamê HPG'ê Ayhan Tatli Leyla Tatliyê diyar kir ku PDK bi tu awayî agahiyê nade wan û got: "Em dipirsin gefan li me dixwin. PDK bila bes vê dijminatiyê bike. Bila bes li ser xwîna zarokên kurd bazariyê bike."   * Li navçeya Sûrê avahiyeke 5 qatî hilweşiya. Malbatên ku xaniyên wan ji ber vê avahiyê xesar dîtin, ji dêvla xaniyên xwe yên mohrkirî cihekî dixwazin.    * Gulgeş Tatli ku li Girtîgeha Jinan a Bunyanê di greva birçîbûnê de ye got ku li dijî tecrîda li Îmraliyê divê xeteke têkoşînê bê avakirin.    * Hevseroka MA TUHAY-DER'ê Dîlek Demîrê anî ziman ku di warê grevên birçîbûnê de bar dikeve ser milê her kesî û got: "Ger em xwedî li tevgera civakî derkevin, em ê karibin ber bi cîhaneke aramtir û aştîxwaz ve biçin."    * Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Piştgiriyê ya 78’an a Amedê Ahmet Ertak, têkildarî Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5’an ku dixwazin bikin ‘Muzexaneya Bîranîn û Etnografyayê’ axivî û da zanîn ku wan li Enqereyê ji bo ku ew der bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ hevdîtin kirine.   * Şandeya jinan a ji Ewropayê hat dê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Jin bi hev re hêz in, TÎHV’ê û Dayikên Şemiyê bike. (10.00-18.00)    * Çalakiyên Nobeda Edaletê yên li Amed, Wan, Edene û Mersînê hatine destpêkirin dewam dikin. (10.00-18.00)   * Bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan wê li gelek bajaran çalakî û aktîvîte bên lidarxistin. (11.00-16.00)   * Malbatên windakiriyan wê li Amed û Êlihê çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li dar bixin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 976’emîn ku her hefte bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û faîlên wan bên darizandin li dar dixin dê li Qada Galatasarayê pêk bînin. (12.00)     * Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari, dê serdana şêniyên Îkîzkoyê ku li navçeya Mîlas a Mûglayê li dijî kana madene têdikoşin bike û pişt re dê li navçeya Germencîk a Aydinê tev li civîna gel bibe. (12.00-15.00) ZINDΠ   * Saziyên sivîl ên civakî dê li gelek bajaran ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê çalakiyan li dar bixin. (12.00)       * Çalakiya dest ji kar berdanê ya karkerên Ozak Tekstîlê di roja 13’emîn de berdewam dike. (13.00)   * Têkildarî girtiyên nexweş dê li Stenbol û Enqereyê daxuyanî were dayîn. (13.30)    * Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan dê serdana Federasyona Komeleyên Elewî û Cemxaneya Garîp Dede bike û pişt re dê li avahiya partiya xwe ya Bagcilarê tev li civîna ciwanan bibe. (12.00-17.00) ZINDÎ