Girtiyê nexweş Yûsûfoglû piştî 32 salan hate berdan 2023-12-08 14:07:02   ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Yûsûfoglû ku 32 salan di girtîgehê de bû, hate tehliyekirin.    Girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû ku li Girtîgeha Tîpa T a Dep a Xarpêtê dihat ragirtin hate berdan. Yûsûfoglû, di sala 1992’yan di 16 saliya xwe de li Mêrdînê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya welat” cezayê muebbetê lê birî. Yûsûfoglû di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû. Di dema girtîmayînê de Yûsûfoglû li girtîgehên Şirnex, Amed, Mêrdîn, Tokat, Edene û hwd. ma.    17 sal berê ji bo Yûsûfoglû teşhîsa nexweşiya Ulseratîf Kolît hate kirin. Di heman demê de nexweşiyên Yûsûfoglû yên weke varîs, fetqa piştê, mîde û apneya xewê hene.    Yûsûfoglû li pêşiya girtîgehê ji hêla malbat û xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin. Piştre jî Yûsûfoglû tevî malbata xwe derbasî navçeya Silopiya ya Şirnexê bû.