AYM fikraya ‘her çend endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ betal kir 2023-12-08 12:22:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi sedema ku ne li gorî AYM'ê ye, fikraya TCK’ê ya 220/6 a “Her çend endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye" betal kir. AYM'ê ji bo guherîndia qanûnê 4 meh dem da Meclisê.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), fikreya 6’emîn a “Her çend ku endamê rêxistinê tevî ne endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye" ya xala 220’emîn a “ji bo sûc bike rêxistin ava kiriye" a Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) a “Kesê ku sûc dike ji sûcê endamtiya rêxisitinê jî ceza lê tê birîn. Cezayê ji bo endamtiya rêxistinê tê dayîn, dikare heya nivîyê cezayê jî were daxistin. Ev hikmê fikreyê tenê ji bo rêxistinê bi çek tê sepandin” ji ber sedema “derveyî Destûra Bingehîn e” bi biryara hevpar betal kir.    AYM'ê ji bo biryarê jî wek sedem “Yên ku ji vî sûcî cezayê digirin, tevî ku endamtiya wan a rêxistinê nayê piştrastkirin, ji kesên endamên rêxistinê zêdetir cezayê hefsê digirin" nîşan da.    Dadgeha Cezayên Giran a Panosê û 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi sedema "Ev fikra ne li gorî AYM'ê ye" ji bo betalkirinê serî li AYM'ê dabûn.     AYM'ê serlêdana qanûnê ya der barê gelek kesan de ku bi taybetî jî ji ber darizandinên 15’ê Tebaxê têne sepandin, nirxand û diyar kir ku dema kesek endamtiya rêxistinê qebûl kir, dikare ji endamtiya rêxistina biçek ceza bigire û got: “Wek rêgez, ji bo ku kesek ji endamtiya rêxistinê ceza bigire divê çalakî domdar, têkildar be. Heke ev nebin jî divê sûcê tê kirin li gorî armanca rêxistinê be, divê were çavdêrîkirin ku endamên rêxistinê jî vî sûcî dikin yan nakin, têkiliya bersûc rasterast bi rêxistinê re heye yan na. Gelo bersûc di nava hiyerarşiya rêxitinê de ye û bi zanebûn û dilxwazî tevgeriyaye yan na? Divê ev hemû guman bi sedemên piştrast werin eşkerekirin.”     ‘JI ENDAMAN ZÊDETIR CEZA HATIN DAYÎN’   AYM'ê destnîşan kir ku kesên ji ber vê sedemê ceza lê tên birîn ji “kesên endamên rêxistinê” zêdetir cezayê hefsê digirin û wiha pê de çû: "Ji ber van sedaman, têkiliya kesekê bi rêxistina biçek re lawaz be jî bêyî ku delîlên şênber werin pêşkeşkirin ev kes bi kesên endamên rêxistinê zêdetir cezayê hefsê digirin.”   TÊGEHA ‘SER NAVÊ RÊXISTINÊ’   AYM'ê bal kişand ser nediyarbûna têgeha “ser navê rêxistinê” û wiha pê de çû: “Ji ber têgeha 'ser navê rêxistinê' ji bo şîroveyê vekirî ye, li ser mafên xweîfadekirin, civîn, xwepêşandan, mafê rêxistinbûnê, azadiya ol û wijdanê jî bandoreke neyînî dide avakirin. Dema ku rewşek wekî 'tevî ne endamê rêxisitnê be û li ser navê rêxistinê sûcek hatibe kirin' divê lêkirinek cudatir ji bo vî sûcî hebe lê belê bêyî ku delîlek şênber were dîtin, li gorî sûcê giran ê wek 'endamtiya rêxistinê' cezayên girantir tên dayîn.”   ‘JI SEPANÊN KÊYFÎ RE VEKIRÎ YE’   AYM'ê diyar kir ku çawaniya cezakirinên li gorî rêgeza “Her çend ku endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye" hem ji hêla ceza hem ji hêla cezakirinê de diguhere. AYM'ê wiha domand: "Ji ber vê yekê ev rêgez ji bo sepanên otorîteya raya giştî jî divê pêşbîn be û talûkeyên pêş divê baş werin dîtin. Ji ber van sedeman, hatiye dîtin ku bi vî halê xwe ve ev têgeh şertê qanûnbûnê ranagire."    DÊ 4 MEH ŞÛNDE TÊKEVE DEWRÊ   Biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ji bo guherîna qanûnî AYM ji bo ku guherîn were çêkirin 4 meh dem da Meclisê. Herwiha AYM'ê biryar da ku heke di nava vê demê de guherîn neyê çêkirin, dê ev biryar bi xwe têkeve meriyetê.   Ji ber dadgeh dê heya 4 mehan nikaribin li gorî vê biryarê tevbigerin, dê rewşa kesên ji vî sûcî tên darizandin, jinûve were destgirtin. Kesên di nava van 4 mehan de ji ber vî sûcî ceza stendine jî, dema ev biryar kete dewrê dê karibin îtîrazê bikin.