Rojnameger Gok: Ya ku dê dawiya li faşîzmê bîne heqîqet e, divê mirov biisrar be 2023-12-08 11:29:49 AMED - Rojnameger Abdurrahman Gok ku ji doza jê dihat darizandin tehliye bû diyar kir ku baweriya wî ya bi heqîqetê didome û wiha got: “Ya ku dê dawî li faşîzmê bîne heqîqet e. Divê mirov di mijara heqîqetê de biisrar be.”  Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok di Newroza 2017’an a Amedê de wêneyên kêliya qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ji hêla polîsan ve kişandibû. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 25’ê nîsanê de hate binçavkirin. 4 roj piştre sewqî Edliyeya Amedê hate kirin û bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” hate girtin. Duyemîn danişîna rojnameger Gok di 5’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin û tehliye bû.    Rojnameger Abdurrahman Gok   Rojnameger Gok ku dema hatibû girtin gotibû; “Dê faşîzm têk biçe”, piştî berdana xwe jî got: “Dê heqîqet dawî li wan bîne.” Gok, têkildarî hedefgirtina Çapemeniya Azad, lêpirsînên derheqê wî de hatine vekirin û pêvajoya xwe ya girtinê ji MA’yê re vegot.    ‘WÊNEYÊN KURKUT KIR KU GEL BI GUMAN NÊZÎ DAXUYANIYÊN DEWLETÊ BIBE’    Gok, di destpêkê de bal kişand ser wêneyên Kemal Kurkut û wiha got: “Ji bo pîrozkirina Newrozê ji gelek bajaran ciwan dihatin Amedê ku yek ji wan jî Kemal Kurkut bû. Beriya bikeve qada Newrozê cil li ser nebûn û bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabû. Tevî vê yekê jî weke ku ‘bombeya zindî’ be bi raya giştî re parve kirin. Her wiha navê wî jî nedan. Tenê gotin; ‘bombeya zindî ya ku dixwest qada Newrozê veguherîne gola xwînê hate bêbandorkirin.’ Weke rojnamegerek di wê kêliyê de li wir bûm û min we kêlî kişandin. Polîsan xwestin wan wêneyen ji min bistînin lê min karî veşêrim. Piştî ku piştrast bûn min ew wêne ne kişandine, walîtiyê ew daxuyanî da. Lê piştî ku wêne di Dîhaber’ê de hatin weşandin ku ez wê demê li wir dixebitîm, eşkere bû ku Kemal Kurkut ‘bombeya zindî’ nîne. Vê jî di raya giştî de rê li ber hêrseke mezin vekir. Walîtiya Amedê neçar ma ku polîsan ji peywirê dûr bixe û derheqê wan polîsan de doz hate vekirin. Di esasê xwe de wan wêneyan kir ku di sûcên wiha de xelk ji daxuyaniyên dewletê gumanan bibe. Lewma girîng bû.”    ZEXTÊN SÎSTEMATÎK DEST PÊ KIRIN   Gok, da zanîn ku ji ber wan wêneyan bû hedefa dewletê û ev tişt anî ziman: “Jixwe hêj mehek bi ser re derbas nebûyî bi ser mala min de girtin. Piştre jî bi hinceta îxbarê lêpirsîn vekirin û dîsa bi ser mala min de girtin. Salek piştre dîsa bi ser malê de girtin. Bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ derheqê min de lêpirsîn vekirin. Çendek roj piştî beraetkirina faîlên Kemal Kurkut, lêpirsîn veguherandin dozê û ji wan îdiayan heta 22 salan ji bo min ceza xwestin. Di dozê de şahidekî nepen afirandin û ji bo Kemal Kurkut digot ‘endamê rêxistinê ye.’ Her wiha got; ‘Abdurrahman Gok bi fermana rêxistinê wêneyên Kemal Kurkut kişand.’ Îfadeyên li dijî rastiyê û deraqilî bûn. Tevî vê jî min ji îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ beraet kir û ji ‘propagandaya rêxistinê’ jî salek û 6 meh û 22 roj ceza dan. Dosya niha li Dadgeha Bilind e.    Çendek meh piştre dîsa hatim binçavkirin û girtin. Bi îdiayên ‘endamtî û propagandaya rêxistinê’ li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran hatim darizandin. Di encamê de 225 rojan girtî mam. Dewlet, ji bo tolhildana wan wêneyên ku daxuyaniya wan a fermî derew derxistî, serî li her rêyê dide. Ez jî ji bo vegotina heqîqeta wan wêneyan tişta ji destê min tê dikim. Bi vê yekê re ji sala 2017’an heta niha zexta darazê didome. Ji bo ez rojnamegeriyê nekim, pir hewl didin. Ew jî dizanin ku nikarin bi van îdiayan min bigirin lê dîsa jî bi van kiryarên xwe hewl didin bi qasî ji dest tê min ji rojnamegeriyê dûr bixin. Bi vê yekê re jî pêşî lê bigirin ku heqîqet bi raya giştî re were parvekirin.”   ÎFADEYÊN ŞAHIDÊ NEPEN    Têkildarî îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik jî rojnameger Gok wiha got: “Şahideke eşkere heye bi navê Umît Akbiyik. Tê gotin ku derheqê 800 kesan de îfade daye. Ji bo min jî îfadeyên vî esas hatin girtin. Lê ji ber nêzikatiya polîsan a li dijî parêzerê min, min li emniyetê îfade neda. Dema derketim dozgeriyê, yekser ji min re got; ‘we mafê xwe yê bêdengmayînê bi kar aniye.’ Min jî got min ew maf bi kar neaniye. Xuya bû ku dozger li gorî fermana amirê Şaxa TEM’ê tevdigere. Ji ewil wêneyek nîşanî min da û got; ‘tu vî nas dikî?’ Min jî got na. Got ku Umît Akbiyik e û derheqê tê de îfade daye. Min jî got derheqê min de îfade nedaye. Min dosya li emniyetê dîtibû û îfadeyên wî nebûn. Dosya têkve da û dema dît ku îfadeyên wî nînin, xwest bang li amirê TEM’ê bike lê lêve bû.    EŞKERE BÛ KU JI BO GIRTINA MIN TENÊ SENARYOYEK BÛ   Îcar jî yek bi yek hemû nûçeyên min ên di MA’yê hatine weşandin pirs kir. Ez piştrast bûm ku dê bêm girtin lê min fêm kir ku ev biryar ne bi biryara dadgeh û dozger be. Jixwe hatim girtin jî. Di 14 rûpelên îdianameyê de derheqê parastina min de yek gotin tune bû. Piştre em hîn bûn ku 4 caran îfadeyê Umît Akbiyik hatiye girtin. Di du îfadeyên ewil de tu tiştek nîne lê di meha hezîranê de ku îdianame dihat amadekirin, du caran îfadeyê wî hatiye girtin. Îtîrafkar bi gotina ‘Abdurrahman Gok ê hûn pirsa wî dikin’ dest bi axaftina xwe dike. Tu hevok aydê wî nînin. Ji vê gotina wî xuyaye ku dozger wî araste dike. Ev jî nîşan dide ku îfadeyên wî nerast in û ji bo girtina min tenê senaryoyeke. Dê danişîna 3’yan di 12’ê adarê de bê lidarxistin. Bi biryara qedexeya derketina derveyî welat re qada min a xebatê teng kirin. Ji bo rakirina vê biryarê em ê îtîraz bikin.”    ‘HEWL DIDIN ROJNAMEGERAN BITIRSÎNIN Û HEQÎQETÊ VEŞÊRIN’    Di berdewamê de Gok anî ziman ku rojnamgerên kurd ji kevneşopiyeke ku ji bo ragihandina heqîqetê bedel didin tên û wiha domand: “Dizanin bê ka heqîqet çiqas girîng e lewma xwe ji bedeldayînê paşve nadin. Ji bo berterefkirina vê jî rojnamegerên kurd hedef digirin. Zêdetirî ji sedî 90’î çapemeniya heyî di bin hukmê îktîdarê de ye. Beşeke biçûk a rojnamegeran heye ku mafê agahîgirtinê yê gel diparêzin. Ji bo tunekirina van jî di nava hewldanên mezin de ne. Sedema van zextên darazê jî ev e. Lê ew jî dizanin ku bi girtina min, Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû dê nekarin bêdeng bikin. Ji bo ku rojnamegerên din heman rêyê neşopînin û wan bitirsînin, hewl didin tirsê belav bikin. Bi vê yekê dixwazin li dijî heqîqetê sûîqestê bikin. Ji bo gel nekare xwe bigihîne heqîqetê û ew jî bi rehetî propagandaya xwe bikin, di nava van hewldanan de ne.    Di salên 90’î de dema rojnamegerên kurd li naverasta kolanan ji pişt ve dihatin qetilkirin, rojek piştre rojnameyan ‘dê pênûsa we li erdê nemîne’ diavêtin. Kevneşopiyeke wiha heye. Em jî ji wê kevneşopiyê tên û ji bo domandina wê têdikoşin. Ji ber ku tenê heqîqet dikare vê zilmê ji holê rake. Tirsa faşîzmê ya herî mezin, heqîqete û dê heqîqet dawiya wan bîne.”    Rojnameger Gok, bi bîr xist ku zêdetirî 20 sal in rojnamegeriyê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bûm şahidê gelek tiştan û min bi sedan nûçe çêkirin. Heke ji ber nûçeyên xwe min karîbe hinek jî be bandor li jiyana mirovan kiribe, heke min karîbe bibim parçeyeke wê çîrokê, heke min karîbe parçeyeke êşê ji wê çîrokê girtibe, wê demê baweriya min a bi heqîqetê zêdetir dibe û dibe çavkaniya motîvasyona min. Lewma dema di girtîgehê de ji welêt û derveyî welat gelek nameyên bi navên mexdûrên erdhejê ji min re hatin. Heke mirov karîbe hindik jî be bandor li jiyana mirovan kiribe, ev yek ji bo mirov dibe motîvasyoneke mezin.”    ‘ROJNAMEGER BI ZIMANÊ ÎKTÎDARÊ NANIVÎSÎNE’   Gok, axaftina xwe wiha domand: “Dema ji bo nûçeyên Jîna Emînî çûm Îranê heke bihatima girtin, îxtîmal hebû ku bi îdiaya sîxûrtiyê bihatima girtin û bidarvekirin. Dema min li Şengalê nûçe dişopandin, îxtîmal hebû ku bibim hedefa guleyekê. Lê rojnameger baş dizane ku bi fîlm, belgefîlm û nûçeyan xeletiyên heyî biguherîne. Lewma xetereyê dide ber çavan. Heta niha 60 rojnameger li Xezeyê hatine kuştin. Dema hûn li Sderotê li aliyê Îsraîlê nûçeyan çêdikin, hûn wê demê nêzî heqîqetê nînin. Lewma cihê rojnameger lê disekine gelek girîng e. Dema zimanê xwe ava dike, li gorî zimanê îktîdarê teşe nade zimanê xwe. Ziman û beyannameya gerdûnî ya rojnamegeriyê heye. Li ser vî esasî rojnamegeriyê dike. Li gorî polîtîkaya îktîdarê tevnagere.”    ‘ZEXTÊN LI GIRTÎGEHAN GIRAN BÛNE’   Têkildarî rewşa girtîgehan jî Gok wiha got: “Dema di sala 2009’an de hatim girtin, li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê mam. Qawîş gelek qelebalix bû. Wê demê mijara zarokên kevir avêtin, ciwan û kal hebûn. Tevek jî ji ber avêtina kevir hatibûn girtin. Wê demê mijara şahidan zêde nebû. Lê îcar li girtîgeha bi ewlekariya bilind mam. Odeyên ji bo 3 kesan, mercên giran û pergaleke tecrîdê hebû. Hem ji bo malbatên dihatin serdanê hem jî ji bo girtiyan mercên giran hebûn. Sekna berxwedêr a sala 2009’an li dijî zextên girtîgehê niha jî bi heman awayî berdewam e. Tevî her cureyên zextan jî girtî ji rûmet, azadî û fikrên xwe tawîzê nadin. Bedela vê didin. Dema ji ewil hatim girtin û heta girtina dawî di mijara zextan de tiştek neguheriye. Lê şert û mercên girtîgehan girantir bûne.    Niha li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Tê gotin ku dê heta 15’ê Sibatê bidome. Fikar hene ku heke ji bo şert û mercên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çareseriyek neyê peydakirin, ji hêla fîzîkî ve azad nebe û gav neyên avêtin, dê ev çalakî veguhere rewşeke cuda. Divê haya civakê ji van geşedanên li girtîgehan hebe. Girîng e ku ji bo vê têbikoşin û têkoşîna hundir û derve bibe yek.    TALOQKIRINA ÎNFAZAN ÎŞKENCEYEKE GIRAN E   Min li wir ferq kir ku nûçeyên em têkildarî binpêkirinên li girtîgehan didin, li gorî tiştên li wir tên qewimîn pir kêm in. Heke hûn bixwazin bê ka kesek li navenda binçavkirinê hatiye îşkencekirin an na, hûn tenê li wêneyê wî/wê yê roja ewil hatiye kişandin binêrin bes e. Gelek girtiyên di demên cuda de hatine girtin, qala îşkenceya lê hatine kirin dikin. Ji bo dîtina wêneyê welatekî, girtîgeh cihekî cidî ye. Min jî di nava 7-8 mehan de şahidiya vê kir. Bifikirin kesên înfazên wan tên taloqkirin henen. Rojek ma ye ku dê bên berdan, hêviyek heye lê ev hêvî ji we tê standin. Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê vî mafî ji destê we distînin. Mirov neçar dimînin ku heta roja dawî jî biguman bijîn. Li gorî min ev îşkenceyeke giran e. Ev rewş, rewşa antîdemokratîk a welêt radixe ber çavan.    BANG LI ROJNAMEGERAN KIR    Rojnameger Abdurrahman Gok axaftina xwe wiha qedand: “Divê em di mijara heqîqetê de biisrar bin. Wijdan tiştekî gelek girîng e. Di rojnamegeriyê de 5N1K bi têr nake. Dibe ku bi wan hêmayan tiştek hatibe berevajîkirin an jî nûçe kêm mabe lê hûn dikarin bi wijdanê temam bikin. Dema hûn ketin nava dudiliya ‘gelo dibe ku ez ji azadiya xwe bibim’, wê demê hûn dest bi tawîzdana ji wijdana xwe dikin. Wê demê jî mirov ji heqîqetê dûr dikeve. Heke em bi heqîqetê re dilsoz nebin jî wê demê mirovatiya me kêm dimîne. Lewma ji bo rojnamegertiya gel, ev xisûse girîng in. Hevala min a rojnameger Dîcle Muftuoglû bi heman sedeman girtî ye. Ji ber ku dilsoza heqîqetê ye lewma girtî ye. Sedat Yilmaz jî wisa. Ji bo xwedîderketina li rojnamegerî û heqîqetê, divê piştevanî bê xurtkirin.”   MA / Eylem Akdag