Li dijî parêzerê li qereqolê bi miwekîlê xwe re bi kurdî axivî êrîş hate kirin 2023-12-08 10:32:50   RIHA -  Endamê OHD’ê Ahmet Atiş di dema binçavkirinê de bi miwekîlên xwe re bi kurdî axivî û rastî êriş û heqaretên fermandarê qereqolê û leşkeran hat. Atiş, rapora derbkirinê wergirt û gilî kir.    Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ahmet Atiş ji ber ku bi miwekîlên xwe yên di bin çavan de re bi kurdî axivî, ji hêla fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Herêma Pîşesaziyê ya Organîze û 4-5 leşkeran ve hate derbkirin û heqaret lê hate kirin. Karkerên Ozak Tekstîlê ku li dijî zext, gef û avêtina ji kar 12 roj in li ber xwe didin, di roja 10’emîn a çalakiyê anku di 6’ê kanûnê de ji hêla cendirmeyan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Atiş jî ji bo miwekîlên xwe yên binçavkirî çû Qereqola Cendirmeyan a Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Rihayê. Piştî karê îfadegirtinê, bi miwekîlên xwe re bi kurdî axivî. Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê yên li odeya bi navê “karên îdarî” ji Atiş û miwekîlên wî re gotin; “Em bi kurdî fêm nakin, bi tirkî biaxivin” û bertek nîşan dan.    ÊRIŞÎ PARÊZER KIRIN   Atiş jî got ku hevdîtina wî ya bi miwekîlên wî re li gorî mewzûatên qanûnî ye û ji hêla kesê digot fermandarê qereqolê ye û 4-5 leşkerên bikamuflaj ve hate derbkirin. Di heman demê de heqaret lê hatin kirin. Êrişkaran çêr li Atiş kirin û gotin; “Here tu li ku gilî dikî bike.’ Bûyer, li pêş çavên miwekîl û hempîşeyên Atiş qewimî.    SERLÊDANA SÛC   Atiş, li gel hempîşeyên xwe derheqê bûyerê de girtek girt, piştre li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligol a Rihayê rapora derbkirinê wergirt. Atiş, li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi sedema “Birîndarkirina biqesdî, heqaret û nehişt peywira xwe bike” giliyê êrişkaran kir. Di serlêdanê de hat xwestin ku kamerayên nava qereqolê bên lêkolînkirin û kesên nasnameyên wan hatine tespîtkirin bên cezakirin.