Girtî: Rêya xelasiya ji krîzê azadiya Abdullah Ocalan e 2023-12-08 10:21:13   MÊRDÎN - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê ketine greva birçîbûnê diyar kirin ku rêya xelasiya ji krîzê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka gelê kurd e.    Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd di 27’ê mijdarê de dabûn destpêkirin didome. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê têkildarî çalakiyê peyamek parve kirin.    Di peyamê de girtiyan got ku mînaka tecrîda li ser Abdullah Ocalan li tu deverekê cîhanê nehatiye dîtin û wiha gotin: “Pergaleke tecrîd û îşkenceyê ye ku mînakên wê nînin. Ev sê sal in agahî ji Rêber Apo nayên girtin. Êdî ev rewş veguheriye rewşeke ku xetereyê li ser jiyan û tenduristiya wî çêdike. Ev tecrîd, bi awayeke eşkere binpêkirina hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye. Tevî vê yekê jî biisrar tê domandin. CPT û saziyên din jî bi bêdengiya xwe dibin şirîkên vê îşkenceyê.”    'EM PERGALA ÎŞKENCEYÊ QEBÛL NAKIN’    Peyama girtiyan wiha bi dawî bû: “Tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd, welêt ber bi krîzeke mezin ve biriye. Domandina şer, rê li ber kûrbûna krîzê vedike. Tekane rêya xelasiya ji vê krîzê, rakirina tecrîda li Îmraliyê, azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî ye. Weke girtiyên PKK’î yên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê; em vê pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Rêbertî û gelê me tê ferzkirin qebûl nakin. Rêbertiya me, sedema jiyana me ye. Em, azadiya Rêbertiya xwe weke azadiya tevahiya gelên bindest û civakên demokratîk dibînin. Banga me ji bo tevahiya gelê me/gelên me, jin û ciwan, hemû kedkar, şoreşger-demokrat û ji yên ji xwe re dibêjin mirov ew e ku tev li vê kampanyayê bibin û ji bo serkeftina wê tişta ji dest tê bikin.”