Nobeta Edaletê: Nifteya azadî û edaletê di destê Ocalan de ye 2023-12-07 16:43:26   NAVENDA NÛÇEYAN – Nobeta Edaletê yên li bajarên Amed, Wan, Edene û Mêrsînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin di roja 4’an de berdewam in. Di nobetê de çalakvanan diyar kirin ku nifteya azadî û edaletê di destê Abdullah Ocalan de ye.    Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û rakirina tecrîdê, bi pêşengitiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Wan TUHAY-DER û Akdenîz TUAY-DER’ê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û nobet di roja 4’an de didome.    AMED   Nobeta Edaletê ya li Amedê di roja 4’an de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) berdewam kir. Nobet, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rezanê didome û koma duyemîn dewr girt. Federasyona komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), TUAY-DER, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), xizmên girtiyan ên ji navçeya Farqînê hatin weke beşdar tev li nobetê bûn û Parlamenterên HEDEP’ê Adalet Kaya û Ceylan Akça jî çûn serdana çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta “Ji dayikên lehengan, hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwa tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” hate vekirin. Çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.    Aktîvîsta TJA’yê Tulîn Aydas di çalakiyê de axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtîgehan. Aydas, diyar kir ku ev tecrîd li ser hemû kurdan tê domandin û ji bo serkeftinê tev li têkoşînê bûne. Aydas got ku ew dixwazin tecrîd bê rakirin.    TECRÎD ÇI YE?   Parlamenterr Ceylan Akça jî da zanîn ku ji bo mezinkirina daxwaza grevên birçîbûnê li hev civiyane û ev tişt anî ziman: “Tişta ku em jê re dibêjin tecrîd, nebaşiyeke tenê bi Îmraliyê re bisînor nîne. Tecrîd, ew ferasete ku Başûr aniye ser xeta xiyanetê. Tecrîd şer e û ji bo tecrîd bidome jî ji qirika me kêm dikin. Em dibêjin ku muxatabê aştiyê Abdullah Ocalan e û 33 meh in tu agahî jê nayên girtin. Divê derdorên muxalîf li dijî tecrîd û şer bêhtir dengê xwe derxînin. Ji kurdan re dibêjin; ‘tekane rêya hûn heq dikin mirin e.’. Em jî dibêjin Rêya Sêyemîn heye. Rêya mezinkirina muxalefetê û pêşîlêgirtina vê xerabiyê ye. Tecrîdê rakin. Abdullah ocalan, siyaseta kurd û em jin em ji bo hemû tiştên divê bên kirin amade ne. Hevalên me yên li girtîgehê rûmeta me ne. Heta ku tecrîd bi dawî dibe dê têkoşîna me jî bidome.”    Daxuyanî bi tililî û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.    Piştre jî xizmên girtiyan stranên kurdî gotin û çalakî domandin.    MÊRSÎN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Çukurova TUAY-DER’ê hatiye destpêkirin jî dom kir. Di serî de Dayikên Aştiyê, nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî tev li çalakiyê bûn. Nûnerê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AKKAY-DER) yê Mêrsînê Mehmet Hazar axivî û got ku li Tirkiyeyê şert û mercên faşîst hene. Hazar, banga tevlibûna Nobeta Edaletê kir.    Ji Dayikên Aştiyê Heybet Kalkan jî diyar kir ku ew tecrîdkirina Abdullah Ocalan qebûl nakin û wiha axivî: “Heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidome em jî dê di tecrîdê de bin. Em aştiyê dixwazin û naxwazin xwin birije. 34 meh in li ser  Rêbertiyê tecrîd heye. Nahêlin parêzer pê re hevdîtinê bikni. Haya me ji rewşa wî nîne. Em dixwazin destûr bê dayîn ku bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Êdî bes e ji girtin û zilmê re. Bila kurdan nas bikin. Banga me ji bo her kesê ji xwe re dibêje însan ew e ku tev li me bibe. Bila li zindanan zilm neyê kirin. Bexwedan, jiyan e.”    Nobet, bi strîna stranan û beşdaran dom kir.    EDENE   Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DBP, HEDEP û HDP’ê û gelek welatiyên din tev li Nobeta Edaletê ya li avahiya Akdenîz TUAY-DER a Edeneyê tê domandin bûn. Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê stran gotin û bang li her kesî kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê dengê xwe derxînin.   Rêveberê HDP’a Edeneyê Ahmet Akdogan diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorêl i tevahiya civakê dike û ev tişt anî ziman: “Heke tecrîd bê rakirin dê tevahiya civakê û girtîgehan bêhnekî bistînin. Ji ber ku heta tecrîd ranebe tu gel, gelê kurd û dostên wan azad nabin. Ev demekî dirêj e agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayên girtin. Lewma em dixwazin ku gelên me piştgiriyê bidin nobetê.”    WAN   TUHAY-DER a Wanê jî li avahiya DBP’a Wanê Nobeta Edaletê dabû destpêkirin û nobet di roja 3’yan de didome. Dayikên Aştiyê, HEDEP, DBP, Şaxa OHD’a Wanê û gelek kesên din çûn serdana çalakiyê.    Welatiyên hatin serdana çalakiyê gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Hevseroka Şaxa OHD’a Wanê Mehtap Işik di serdanê de axivî û wiha got: “Wisa xuya dike ku heta encamek jê tê girtin dê çalakiyên greva birçîbûnê bidomin. Divê hêj girtiyan jiyana xwe ji dest nedayîn û tenduristiya wan xerab nebûyî em bikevin nava tevgerê. Ka çi berpirsyartî bikeve ser milê me em ê bi cih bînin.”    Îsmet Yakut ku ji bo zarokê xwe tev li çalakiyê bûye jî wiha got: “Em dixwazin ku parêzer, malbat û vasiyê Abdullah Ocalan pê re hevdîtinê bikin. Heta ku ev daxwaz pêk tên jî dê zarok û hevalên me yên girtî çalakiya xwe bidomînin. Em jî dê çalakiya xwe li derve bidomînin.”    Dayika Aştiyê Asya Ozlu jî daxuyand ku ji bo aştî, edalet û xwişk-biratiyê tev li nobetê bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Bila ev zilm û zexta li ser gelê kurd bi dawî bibe. Em ji bo vê têkoşiyan û dê têbikoşin. Nifteya aştî, azadî û edaletê di destê birêz Abdullah Ocalan de ye. Em dixwazin birêz Ocalan were berdan ku wê demê dê aştî bê hemû cîhanê.”