Sêrtî namzetên çawa dixwazin? 2023-12-07 09:42:10   SÊRT - Welatiyên sêrtî destnîşan kirin ku dê hilbijartinên herêmî de qeyûm bişînin û diyar kirin ku namzetên ku gel temsîl dikin û pirsgirêkan bi aqilekî hevpar çareser bikin dixwazin.     3 bajarên mezin, 5 bajar, 33 navçe û 7 jî bajarok 48 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de bi dest xistibûn qeyûm hatin tayînkirin. Yek şaredariyên qeyûm hate tayînkirin jî Şaredariya Sêrtê ye. Welatiyên sêrtî ku têkildarî hilbijartinên herêmî de me mikrofon dirêjî wan kir, destnîşan kirin ku bi biryar in ku qeyûm bişînin. Her wiha welatiyên ku hilbijêrên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) in, pirsa “namzetên çawa?” bersivandin.    BERIYA QEYÛM Û PIŞTÎ QEYÛM   Mehmet Yilmaz, diyar kir ku polîtîkayên qeyûm “zilm in” û destnîşan kir ku divê mirov li dijî zilmê bisekine. Yilmaz, ê qala xebatên Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan ku beriya niha Hevşaredarê Sêrtê bû kir wiha got: “Xebateke rast û dirûst kir. Beriya ku şaredariya me were li van deran qet park tune bûn. Qotiyên çopî yên di bin erdî de Tûncer Bakirhan anî. Hemû deynin şaredariyê dan. Got ‘ez ê Sêrteke xweşik çêbikim’. Destûr nedan ku Tûncer Bakirhan cihê nexweşxaneya kevin bike park. Gotin ‘em ê bidin TOKÎ’yê. Piştî ku Tûncer Bakirhan çû projeya wî çêkirin. Bi ser projeya wî pere xwarin. Piştî qeyûm Sêrt nema. Divê gel hişyar bibe, bi ser xwe ve were û bêje ‘êdî bes e’.”   Yilmaz, diyar kir ku kesên dibin hevşaredar divê kesên rast û dirust bin û wiha berdewam kir: “Em demokrasî, heq, hiqûq û azadiyê dixwazin. Bila cudatiyê nexin nava mirovan. Bila hemû mirovan bibînin. Em vê dixwazin. Bi salan e heq û hiqûq tê binpêkirin.”   ‘DIVÊ ŞAREDAR DI NAVA GELÊ XWE DE BIN’    Maşûk Çaglayan jî anî ziman ku  qeyûm desteserkirina vîna gel in û wiha got: “Gel qeyûm naxwaze. Heke qeyûm ji xwe bawer e, bila bêje ‘ez ji wan baştir dixebitim’ îstîfa bike û were bibe namzet. Gel kê dihilbijêre ser seran ser çavan lê heke tu vîna gel desteser bikî ev ne tişteke baş e.”   Çaglayan, anî ziman ku namzetên ji nava gel û ji herêmê dixwazin û wiha berdewam kir: “Divê ne li cihê xwe rûne û pişte xwe bide gel. Divê her tim di nava gel de be. Divê li gorî fikrê gel xebatan bike.”   ‘EM NAMZETÊN JI GEL RE XIZMETÊ DIKE DIXWAZIN’     Şemsettîn Aydin ê got ku “Qeyûm bi dizî û heqaretê hat û dê wisa berdewam bike” û bi pirsa “Kî qeyûm qebûl dike?’ anî ziman ku vîna gel hatiye binpêkirin. Aydin, diyar kir ku namzetên hemû gelê Sêrtê temsîl dikin dixwazin û wiha got: “Em namzetên ku weke qeyûm diziye bikin naxwazin. Em namzetekî ku diziyê neke, tenê ji bo xizmên xwe nexebite dixwazin. Em namzetên ku ji gel re xizmetê bikin dixwazin.”    Aydin, diyar kir ku heke HEDEP namzetên baş hilbijêre dê li Sêrtê herî kêm ji sedî 80 bigire û diyar kir ku berovajiyê gelek welatiyan xwest ku ji derveyî Sêrtê namzet werin nîşandan.    PROFÎLÊ NAMZETAN    Serhat Guneş jî anî ziman ku tayînkirina qeyûman rewşeke neheqî ye û profîlên namzetên ku dixwazin wiha vegot: “Me namzetên ku derewan û diziyê nekin, baş û rast dixwazin. Em şaredarên ku karên xwe baş dikin dixwazin.” Welatiyê bi navê Eyup Arslan jî bi lêv kir ku hevşaredarên ku alîkariya gel bikin, pirsgirêkên gel çareser bikin, karên xwe baş bikin û sozên xwe bi cih bînin dixwazin.   ‘BILA QEYÛM NEYÊ TAYÎNKIRIN’     Jina bi navê Guler ku nexwest paşnavê xwe bêje jî berteka xwe ya li dijî qeyûm bi van gotinan anî ziman: “Ji xwe tenê dengekî me heye em bi dilê xwe û bi awayekî azad bikartînin. Dema me dengê xwe da divê qeyûm neyê tayînkirin. Kesekî din ji xwe re avahiyekê çêbike û ez biçim bi darê zorê jê bistînim ma dibe, dê biçe xweşiya wî? Naçe xweşiya me jî. Dema me şaredarên xwe hilbijartinem naxwazin dewlet qeyûm tayîn bike.”    ‘BILA XWEDÎ LI CIWANAN DERKEVIN’     Omer Dayan jî xwest ku hevşaredarên ku bên hilbijartin alîkariya welatiyan bikin û wiha got: “Ez 4-5 meh in zewicî me. Ji serê sibê heta êvarî li kar digerim, peyda nakim. Bi awayekî mecbûrî derdikevim derveyî bajar an jî derveyî welat. Ez ji hevjîn, dê û bav û ji malbata xwe dûr dimînim. Heke ez bikarim li bajarê xwe bixebitim û debara xwe bikim. Çima biçim xeribiyê? Kîjan partî bibe bila bibe piştevaniya hemwelatiyên xwe bike baştir dibe. Her der bûne ciwan, xwedî li ciwanên me yên dest bi tiryakê kirine û mirovên me yên rewşa wan nebaş e bê derketin dê baştir bibe.”   ‘EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN MALÊN WAN’   Welatiyê bi navê Saî Toprak jî got ku “qeyûm vîna gel xesp dike” û destnîşan kir ku divê pergala qeyûm were rakirin û got: “Madem em dibêjin ‘vîna gel’ divê ev vîn were naskirin. Ji ber ku vîna gelê kurd nayê naskirin qeyûm tên tayînkirin. Lê em ê wan bişînin malên wan. Ev ji sedî sed e.”    Toprak, diyar kir ku hevşaredarên ku hakimî pirsgirêkên li bajêr bibin dixwazin û wiha lê zêde kir: “Bila kesên vir nas dikin bin. Dema kesek ji derve were heta vê derê nas dike ji xwe 2 sal derbas dibin. Toprak, anî ziman ku kesên weke namzet werin nîşandan bila kesên ku di nava gel de neyên nîqaşkirin bin.    Nûrûllah Olcay ê got ku “Di hilbijartinan de namzetên ne dizin û ji çanda gel re rêzê digirin dixwazin” û anî ziman ku qeyûm “çêrên” ji gelê kurd re hatine gotin in. Olcay, bi gotinên “Îro li Manîsa, Enqere, Ordû û Trabzonê herkes dikare şaredarên xwe hilbijêre, mafên wan ên hilbijartin û bijartinê hene. Lê ji kurdan re dibêjin ‘Hûn nikarin şaredarên xwe hilbijêrin’. Heta dibêjin ‘hûn tu şaredaran nikarin hilbijêrin, em ê biavejin hefsê û qeyûm tayîn bikin” xwest “çêr” , “qeyûm” ji holê bên rakirin.    Nûsrettîn Ayhan jî bi bîr xist ku piştî her hilbijartinên herêmî qeyûm tayînî şaredariyan tên kirin û wiha got: “Ji ber vê yekê divê em her tim şaredariyan qezenc bikin. Bila bizanin ku kurd hene.”   ‘DIVÊ YEK BIBÊJE BISEKININ’     Ruzgar Guneş jî diyar kir ku Tûncer Bakirhan şaredarî gelek baş bi rê ve bir û wiha got: “Çend hilbijartin in gel li ber xwe dide, berdikeve. Ew tên qeyûm tayîn dikin. Em li dijî qeyûm in. Ne girîng e ku ji kîjan gelan in, em ji fikra herkesê re rêzê digirin. Lê ev ne di vê fikrê de ne. Kurd, tirk, çerkez, laz… Van hemûyan di asteke cuda de digirin. Gelê kurd ne wisa ye. Em ji fikra siyasî ya herkesê re rêzê digirin. Divê kesek ji vî zilamî re bêj e bes e. Tiştên dike zilm in. Rêz negirtina ji bo fikran zilm e. Mirov bi awayekî psîkolojîk tên têkbirin.”    ‘EM Ê QEYÛMAN TÊK BIBIN’     Kahraman Yildiz, anî ziman ku “Dizan qeyûm tayînî şaredariyê kirin” û bi lêv kir ku desthilat dixwaze alîgirên xwe li şaredariyê bi cih bike û ev “zilm e”. Yildiz, diyar kir ku ji şaredariya qeyûm qet ne memnun in û wiha got: “Îhaleyeke sed hezar lîreyan digire. Li pişt derî dide dizîn. Em ê çawa ji van memnûn bin? Em nikarin memnûn bin. Em ê qeyûman têk bibin. Ji xwe em her tim têk dibin, em ê careke din têk bibin. Ew jî di ferqa vê de ye.”    MA / Rûkiye Adiguzel