ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-07 09:01:17     * Derûnas Salih Tekînalp diyar kir ku pergala kapîtalîst bi cewhera xwe ya dij-civakî mirov dikişîne nava tenêtiyê û got ku ji ber pergala kapîtalîzmê her sal nexweşeyên derûniyê zêde dibin.   * Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Herêma Kurdistana Federe hin hevdîtin kirin. Endama paltformê Hevşaredara HDP'ê ya Silopiyayê Adalet Fîdanê bilêv kir ku ew ê xebatên xwe berfireh bikin û got:"Tu caran qasî vê demê yêkitiya jinan pêwîst nehatiye dîtin. Em ê bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî'yê li her çar perçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin."   * Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'ê Serhat Kûrt ku li girtîgehên Rihayê serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir, diyar kir ku demên xwarinê yên ji bo grevên birçîbûnê tên pêşniyazkirin ji bo girtiyan esas nayên girtin.    * Welatiyên ku tevli Nobeda Edaletê ya Amedê bûn û serdana nobedê kirin, diyar kirin ku xwedîderketina civakî divê û gotin: “Divê gelê me piştgiriyê bide çalakiyê. Em ê teqez bi ser bikevin."   * Nûnerên partiyên siyasî yên Erziromê û aktîvîstên TJA'yê diyar kirin ku deriyê Îmraliyê bi têkoşînê dikare bê vekirin û gotin: "Pêwîst e her kes li dijî tecrîdê xwedî helwest be."   * Endama Tevgera Şemiya Mor Aîshayê bal kişand ser mirina biguman a jinan ku li Afxanistanê di nava 4 salên dawî de 4 hezar û 300 jin bi awayekî guman mirine û got: "Rewşa jinan li welêt gelekî bi fikar e. Rêjeya 'xwekuştinê' ya jinên afxan nîşana zehmetî û binpêkirinên mafên mirovan e ku ew bi wan re rû bi rû dimînin.”   * Welatiyên sêrtî destnîşan kirin ku dê hilbijartinên herêmî de qeyûm bişînin û diyar kirin ku namzetên ku gel temsîl dikin û pirsgirêkan bi aqilekî hevpar çareser bikin dixwazin.    * Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku di demeke ku tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd didome de girtî nikarin bêdeng bimînin û wiha got: “Hêj ji girtîgehan darbest derneketin divê her kes tişta ji dest tê bike.”    * 44’emîn danişîna Doza Kobanê dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bidome. (10.00)   * Nobetên Edaletê ku li Wan, Amed, Mêrsîn û Edeneyê ji bo piştgiriya bi çalakiya grevên birçîbûnê re hatine destpêkirin didomin. (10.00-18.00)   * Yekemîn danişîna doza Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (11.10)   * Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari dê li navçeyên Menemen û Bayrakli yên Îzmîrê çendek hevdîtinan bike. (11.30-16.00) ZINDÎ   * MEBYA-DER dê têkildarî êrişên li dijî cenazeyan li gelek bajaran daxuyaniyan bide. (12.00)