Aydin Erdem li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-12-06 17:12:22   MÊRDÎN - Aydin Erdem ku di çalakiyên protestokirina der barê girtina DTP'ê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Di 6'ê Kanûna 2009'an de li Amedê girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hatibû protetsokirin. Di protestoyê de xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Erdem li ser gora xwe ya li gundê Risînê yê navçeya Mahsertê ya Mêrdînê hat bibîranîn. Bîranî ji aliyê MEBYA-DER'ê ve hat lidarxistin. Malbata Erdem, rêveberên HEDEP'ê yên bajêr û navçeyê û Parlementerê HEDEP'ê Kamûran Tanhan tev li bîranînê bûn.    Bav Mahmût Erdem li ser gora kurê xwe axîvî. Erdem malavayiya beşdaran kir ku ji ber ku ew bi tenê nehiştiye û paşê Hevserokê MEBYA-DER'ê Salih Kûday axivî. Kûday jî bilêv kir ku kujerên Erdem hêza xwe ji dewletê girtine û piştî kuştinê hatine parastin û got: "Ji miriyên me û hestiyên me jî ditirsin. Cenazeyên zarokên me di hundirê qutiyan de dişînin. Em vê yekê qebûl nakin, wan şermezar dikin. Bila baş bê zanîn ku em ê tim şopdarê wan bin."    Parlementer Kamûran Tanhan jî bilêv kir ku dewlet bi salan e zarokên kurdan, ciwanên kurda, dayik û extiyarên kurdan dikuje û got: "Lê em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê pergalê mezin bikin û li dijî vê pergalê xwe bi rêxistin bikin."