Tecrîda girankirî û greva birçîbûnê di rojeva Meclisê de ne 2023-12-06 16:45:29   ENQERE - Parlamentera HEDEP’ê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û xwest ku guh bidin daxwazan.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Aştiyê ya Gelan (HEDEP) a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, di Meclisê de di beşa derveyî rojevê de, mafê axaftinê stend û bale kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li girtîgehan hatiye destpêkirin.     ‘DIVÊ GUH BIDIN GIRTÎGEHAN’   Sayyîgît anî ziman ku tecrîda tê meşandin îşkence ye. Sayyîgît bal kişand ser astengkirina hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzeran re û got: “Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên ji dinyayê hatine qûtkirin, bi hincetên dîsiplînê hevdîtinên wan tên astengkirin.”    Sayyîgît erdheja pêr a li Gemlîkê çêbûbû bi bîr xist û da zanîn ku gumanên ji ber erdhejê çêbûne kûr bûne û ev tişt gotin: “Grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de bi daxwaza ‘Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ hatiye destpêkirin, di roja 10’emîn de ye. Divê polîtîkayên neçareserkirinê pirsgirêka kurd, werin terikandin û guh bidin daxwazên girtîgehan.”