Dozger di mutala xwe de xwest ku Mehmet Emîn Ozkan bê cezakirin 2023-12-06 15:21:14   EDENE - Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê înfaza Mehmet Emîn Ozkan hatibû taloqkirin. Dozgerê beriya danişîna sibê were lidarxistin mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir xwest cezayê muebedê yê ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ve li Ozkan hatiye birîn were pejirandin.    Mîrlîwa Bahtiyar Aydin di sala 1993’yan de li navçeya Licê ya Amedê hatibû kuştin û Mehmet Emîn Ozkan (84) bi îdiaya kuştina Aydin hatibû girtin. Ozkan, ku 27 salan di girtîgehê de ma, ji ber rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” înfaza wî hatibû taloqkirin. Danişîna doza Ozkan a di çarçoveya jinûvedarizandinê de dê sibê li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bê lidarxistin.   Beriya danişînê dozgerê dosyayê têkildarî esasê mutala pêşkeşî dadgehê kir. Dozger di mutalaya xwe de xwest ku cezayê hefsê yê muebedê yê ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Hejmara 1’an a Edeneyê ve bi îdiya “Yekitî û yekparebûna dewletê xerakiriye” li Ozkan hatibû birîn were pejirandin.