Bi dronê êrişî baregeha leşkerî ya DYA’yê hate kirin 2023-12-06 15:00:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê li dijî baregeha leşkerî ya DYA’yê bi dronê êrişek hate kirin.    Li dijî baregeha leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe bi dronê êrişek pêk hat. Koma Berxwedana Îslamî yên li Iraqê (Meqawmey Îslamî) bi daxuyaniyeke nivîskî êriş girt ser xwe. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êriş gihiştiye armanca xwe. Derbarê zerara piştî êrişê ava derketiye holê de tu agahî nehatin parvekirin.    Komê di daxuyaniyeke xwe ya serê sibê de jî destnîşan kiribû ku wan duh bi şev li dijî baregeha Eyn Esad ya hêzên Emerîkayê ya li Enbarê jî êrişek kirine.