Gundekî Pîranê ev 20 roj in bêceyran e 2023-12-06 14:51:28   AMED – Şêniyên gundê Serseven ê navçeya Pîranê, yên ev 20 roj in bêceyran in, xwestin pirsgirêka wan were çareserkirin.    Ev 20 roj in ceyranê nadin gundê Serseven ê navçeya Pîrana Amedê. Parlamentera Partiya Wekhevî û Dmeokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Adalet Kaya û şandeya li gel, çû serdana şêniyên gund ê bêceyran mane.    Di serdanê de Kaya axivî û destnîşan kir ku ev 20 roj in ceyrana gundiyan hatiye birîn û ji ber vê yekê jî avên wan qut bûne. Kaya, diyar kir ku sedema qutkirina ceyranê jî ji ber trafoyan e û got: “Li gundê ceyran li ser wan hatiye birîn, 80 xanî hene û di nava wan de zarok, nexweşên di nav cihan de, pîrejin, pîremêr û nexweşên girêdayî cîhazan hene. Gundiyên ku di nava wan de gelek nexweşên giran û pîr hene, nizanin bê ka çima trafo ji vir birine, û bêceyran mane. Kesekê jî derbarê birîna ceyranê de jî tu daxuyanî nedaye.”   ‘DÊ KÎ HESABÊ ZIRARÊ BIDE?’   Kaya da zanîn ku tu qerê gundiyan tune ye, heya nina qaçax jî nehatiye dîtin û got: “Gundî, dibêjin ku ‘Şevekê trafo anîn û dikirin ku girê bidin. Kêliya dê trafoyê bi cih kiribûna, ji Amedê telefon hat û ev yek asteng kir’.” Kaya axaftina xwe wiha domand: “Çima ceyrana vî gundî hatiye birîn, çima trafo birin û çima bi paş ve venegerandin? Çima der barê mijdarê de agahiyekê nadin gundiyan? Sedema vê bêhiqûqiyê çi ye? Welatî rastî gelek zehmetiyên jiyanî tên. Dê kî hesaba vê zirara derketiye holê bide.     Kaya bi bîr xist ku amadehiyên gundiyan ên ji bo zivistanê jî kiribûn, ji ber birîna ceyranê di sarincan de xera bûne û bang li rayedaran kir ku rewşa heyî sererast bikin.   GUNDÎ: SÛCÊ ME ÇI YE?   Gundiyên piştî daxuyaniyê axivîn, diyar kirin ku ev 20 roj in bêceyran in. Şêniyên gund dan zanîn ku trafoya wan jî neşewîtî û gotin: “Bi zanebûn trafoya me girtin û birin. Piştî trafoyê birin, ji bo girê bidin dîsa anîn. Piştî ku şefê Amedê li wan geriya û got ku trafoyê paş ve bînin, bêyî ku girê bidin, birin. Tevî ku ji bo serlêdanê em çûn her cihekê jî, me tu çareserî pêş nexist. Nexweşên astengdar hene, em nizanin bê ka em ê çi bikin.”   DEDAŞ: AGAHIYA ME TUNE   Têkildarî mijarê, bi telefonê em li rayedarên DEDAŞ’ê geriyan. Rayedaran anîn ziman ku der barê mijdarê de tu agahiya wan tune ye.