Darizandina Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê hate rawestandin 2023-12-06 12:30:58   AMED - Di danişîna doza derbarê Berdevka Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû ya parlamenter hate hilbijartin hatiye vekirin de, dadgehê biryara rawestandina darizandinê da û bergiriya qedexeya derveyî welat û şertê kontrola edlî ranekir.     Danişîna doza derbarê Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û parlamentera Amedê Halîde Turkoglû de ji ber endamtiya Komeleya Lêkolînê û Pêşvebirinê ya Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin û Kongreya Jinan a Azad (KJA) bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin.    6 sal û 3 meh cezayê hefsê yê ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve li Turkoglû hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê ve hatibû xerakirin û darizandin jinûve dest pê kir. Di danişîna Turkoglû tevlinebûyî de parêzerê wê Resûl Temûr amade bû. Dadgehê ragihand ku belgeyên ku Turkoglû parlamenter hatiye hilbijartin an na ku ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr hatibûn xwestin hatine.     DAXWAZA RAWESTANDINA DARIZANDINÊ     Parêzer Resûl Temûr bi bîr xist ku di danişîna beriya niha de ji bo biryara rawestandina darizandinê bê dayîn biryara li benda belgeyan bimînin hatibû dayîn û got ku muwekîla wî di hilbijartinê 14’ê gulanê de weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Temûr da zanîn ku muwekila wî di xala 83'emîn a Makeqanûnê de bi hilbijartina parlamenteriyê parêzbendiya qanûnî bi dest xistiye û xwest ku pêvajoya darizandinê ya der barê muvekîla wî de di çarçoveya xala 83'emîn a Makeqanûnê de bê rawestandin.   DOZGER BI DAXWAZA CEZA MUTALA DA    Dozgerê daxwaza rawestandina darazê qebûl nekir, mutalaya xwe pêşkeşî darazê kir û xwest ku Turkoglû ji sûcê “endamtiya rêxistinê” bê darizandin. Parêzerê Turkoglû Temûr ê li dijî mutalayê careke din mafê axaftin wergirt, careke din daxwaza rawestandina darazê kir û anî ziman ku heke dadgeh vê biryarê nede, ji bo parastina li dijî mutalayê daxwaza demê kir.    DADGEHÊ DARIZANDIN RAWESTAND   Şandeya dadgehê ku daxwaz nirxand, biryar da ku di çarçoveya xala 83’yemîn a Makeqanûnê de darizandina Turkoglû bê rawestandin û berdewama qedexeya derketina derveyî welat û şertê kontrola edlî da.