Girtiyên di greva birçîbûnê de: Tecrîda mutleq sînorên tehemûlê derbas kir 2023-12-06 10:58:40   AMED - Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê ketin greva birçîbûnê diyar kirin ku tecrîda girankirî û îzolasyona mutleq sîorê tehemûlê derbas kiriye û banga xwedîderketina li çalakiyê kirin.    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên ragirtin, di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û çalakî di roja 10’an de didome. Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê têkildarî çalakiya xwe peyamek şandin.    Girtiyan, diyar kirin ku gelê kurd bi salên dûvdirêj e daxwaza statûyê dike û pêşengê vê daxwaziyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî her roj bi sepanên “Ji îdamê xerabtir” re rû bi rû dimîne. Girtiyan, dan zanîn ku Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in il Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ev tecrîd di nava 3 salên dawî de girantir bûye. Girtiyan, wiha domand: “Ev bû 3 sal tu agahî jê nayên girtin. Ji îro ve divê hemû kesayetên dûrist, welatparêz, demokrat û gelên kurd, tirk, asur, faris, ermen, laz û hwd. bizanin ku tecrîda girankirî û îzolasyona mutleq êdî sînorê tehemûlê derbas kiriye. Weke kesên dema ji bo mafê statûyê ya gelê kurd, jiyana wekhev, azad û demokratîk a bi gelên din re têdikoşiyan hatine girtin, em radigihînin ku em ê ji bo daxwaza ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ xwe ji fedekariyan paşve nehêlin.    Ji ber derfetên bisînor, çalakiya me dorveger e û her 10 rojan carekê komek dewr digire. Banga me ji bo her kesên li gel aştî, wekhevî, demokrasî û azadiyê ew e ku bi awayeke çalak tev li vê pêvajoyê bibin û xwedî lê derkevin.”