Canpolat: Ger tecrîd rabe dê pirsgirêk çareser bibin 2023-12-06 09:02:14 AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat diyar kir ku israra di tecrîdê de "israra di şer û bêhiqûqiyê de ye" û got: "Heke tecrîd bê rakirin dê Tirkiye ber bi başbûnê ve biçe." Bi armanca azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di 27'ê Mijdarê de li girtîgehan greva birçîbûnê ya dorveger hat destpêkirin. Piştî çalakiyê, di 4'ê kanûnê de bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) li Amed, Edene û Mêrsînê û di 5'ê kanûnê de jî li Wanê çalakiyên Nobeda Edaletê hatin destpêkirin. Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med'ê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat daxwazên girtiyan û çalakiya Nobeda Edaletê nirxandin.   Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat   'EM DI RAKIRINA TECRÎDÊ DE BI ISRAR IN'   Canpolat anî ziman ku israrkirina di polîtîkayên tecrîdê de "israra di şer û bêhiqûqiyê de ye" û got ku pirsgirêkên li welêt ne li derî tecrîdê ne. Canpolat got: "Ji ber ku ji sedî 90-80'ê çavkaniyên aborî yên welat ji bo şer tên xerckirin, lêçûnên din ên li Tirkiyeyê daketine sifirê. Ji ber vê yekê çeteyên şer, fihûş û baronên tiryakê bi ser dikevin. Di vî warî de em jî di rakirina tecrîdê de bi israr in."    DÊ ÇALAKÎ LI HEMÛ KOMELEYAN BÊ DESTPÊKIRIN   Canpolat anî ziman ku bi rakirina tecrîdê re pêkhatina aştiyê mimkun e û bal kişand ser çalakiya girtiyan a bi vê daxwazê dane destpêkirin. Canpolat destnîşan kir ku ji bo bibin dengê girtiyan Nobeda Edaletê dane destpêkirin û got ku wê li hemû avahiyên komeleyên girêdayî federasyonê çalakiyên bi heman rengî dest pê bikin. Canpolat diyar kir ku divê hemû beşên civakê yên doza wekhevî û edaletê dikin xwedî li van nobedan derkevin.   'EM NAXWAZIN CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERKEVIN'   Canpolat destnîşan kir ku grevên birçîbûnê di pêşerojê de zirareke neveger didin tenduristiya mirovan. Canpolat destnîşan kir ku heke deng neyê derxistin dê îhtimaleke zêde dê ev çalakî veguherin çalakiyên bêdem û bêdorveger û wiha berdewam kir: "Em êdî naxwazin cenazeyên zarokên vî gelî ji girtîgehan derkevin."    Canpolat diyar kir ku rakirina tecrîdê dê bandorê li hemû girtîgehên din û bi taybetî jî li nêzîkatiya li hemberî girtiyên nexweş bike û wiha lê zêde kir: “Nêzî 150 girtiyên nexweş ên giran hene. Hewldanên der barê girtiyên nexweş de tu encam nayên girtin. Ev rewş bi serê xwe îşkenceya li malbatan e. Eger tecrîd bê rakirin dê girtî karibin bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin û bi awayekî baş bên dermankirin."   Canpolat anî ziman ku bi rakirina tecrîdê re vekirina deriyê pêvajoyeke çareseriyê ya nû pêkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Axaftina birêz Abdullah Ocalan wê aloziya heyî û sinerjiya xirab a di nava civakê de veguherîne rewşeke erênî. Lewma em bi israr in ku tecrîdê bişkînin. Ji ber ku em bi vê bawer in, ger tecrîd rabe dê pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bibin. Eger Abdullah Ocalan biaxive, dê rewşa aloz a li welat veguhere aştiyê."    Canpolat axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê raya giştî dengê xwe bilind bike û bi destê me bigire. Divê em hemû ji vê pêvajoyê re bêjin 'raweste'. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gava yekem rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e."   MA / Mujdat Can