ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-06 09:00:17   * Biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Parlamenterê HEDEP'ê yê Rihayê Omer Ocalan anî ziman ku piştî erdheja li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê fikarên wan ên der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de hê zêdetir bûne û got ku ew dixwazin demildest hevdîtin bi parêzeran û malbatê re pêk bê.    * Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat diyar kir ku israra di tecrîdê de "israra di şer û bêhiqûqiyê de y" û got: "Eger tecrîd bê rakirin dê Tirkiye ber bi başbûnê ve biçe."   * Altûn Kayaoglû ya 62 salî ku bi salan e li Dêrsimê debara malbata xwe bi sewalkariyê dike diyar kir ji ber ku niha mesref û qezenc li hev dernayên, ji bo jinên ku di şert û mercên zehmet de vî karî dikin, pêdivî bi temînatê heye.    * Gulîstan Aydin ku li nexweşxaneya dewletê ji bo emeliyata çavan 60 hezar TL pere jê hat xwestin, îdia kir ku ji ber ku gotiye ew ê nikaribe bi meaşê xwe yê teqawidbûyînê heqê emeliyatê bide, bijîşk heqaret lê kiriye û personelê ewlehiyê jî ew derxistiye derve. Aydinê giliyê bijîşkê navborî kir.    * Li Wanê ku dinya sar bûye welatiyan diyar kir ku fatûreyên ceyran û gaza xwezayî li gorî par 3 qat zêde bûne û ew bi fikar in ku ev yek bihatir bibe.    * Hevserokê TUAY-DER'ê yê Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş diyar kir ku dê Nobeda Edaletê ya ku ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê dane destpêkirin bidomînin û got: “Birêz Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye. Divê êdî destwerdan neyê kirin. Ev gel dê ji vê wêdetir qebûl neke."    * Li HEDEP'ê pêvajoya serlêdana ji bo bernamzetiyê ya ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê dewam dike. Hevserokê HEDEP'ê yê Amedê Abbas Şahîn bi bîr xist ku dema serlêdanê 8'ê Kanûnê ye.   * Qeyûmê Şaredariya Cizîrê li ser girekî Cizîrê teraseke ji camê çêkiriye û heqê rûniştin û wênekişandinê ji gel distîne.   * Danişîna doza Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin dê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza cerdevan Ramazan Babat ku li Şirnexê ji ber sûcê tecawizkirina S.G. ya 16 salî tê darizandin dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (09.50-11.00)   *Danişîna 44’emîn a Doza Kobanê dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê berdewam bike. (10.00)    * Çalakiyên Nobeta Edaletê ku li Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê ji bo piştgiriyê bidin girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de hatine destpêkirin dê berdewam bikin. (10.00-18.00)   * Rêxistina HEDEP’ê ya Sêrtê dê bi tevlibûna Serokwekîla Koma partiyê Meral Daniş Beştaş dê 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li eywaneke dawetê li dar bixe. (12.00)    * Çalakiya dest ji kar berdanê ya karkerên Ozakê di roja 10’emîn de berdewam dike. (13.00)   * Rêxistina HEDEP’a Mêrsînê têkildarî Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê dê li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)    * Danişîna 5’emîn a doza amirê polîsan Sirri Erdogan ê bi wesayîta xwe li Şirnexê bi parêzer Serkan Karakaş dabû, dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (14.00-15.00)    * Ji aliyê Baroya Rihayê, OHD û ÎHD’ê ve di çarçoveya aktîvîteyên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan tên lidarxistin de dê li avahiya baroyê fîlmê PRESS nîşan bidin. (17.00)