Di Hefteya Mafên Mirovan de panela "Pirsgirêka Koçberî û Vegerandinê" hat lidarxistin 2023-12-04 13:44:57   RIHA - OHD, ÎHD û Baroya Rihayê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de panelek bi sernavê “Di çarçoveya mafên mirovan de pirsgirêka koçberî û vegerandina dilxwazî” li dar xistin.   Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Rihayê di çarçoveya bernameyên Hefteya Mafên Mirovan de li eywana Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê panela “Di mafê mirovan de koçberî û pirsgirêka vegerîna dilxwazî” li darxist.  Moderatoriya panelê cîgirê endamê Navenda Koçberiyê ya Baroya Rihayê parêzer Yûsûf Akar kir. Prof. Dr Yucel Karadaş û parêzer Fûat Çepîk jî weke axivêr tev li panelê bûn.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Rihayê Ferît Şenyaşar,  parêzer û parazvanên mafê mirovan jî beşdarî panelê bûn.    PIRSGIRÊKA VEGERANDINA KOÇBERAN    Di panelê de ewili Prof. Dr. Yucel Karadaş axivî û anî ziman ku vegerandina bi darê zorê li dijî civaknasî ye û got, em nikarin bi paş ve şandina koçberan krîza heyî çareser bikin.   Pişt re parêzer Fûat Çepîk axivî û bal kişand ser aliyê hiqûqî yê şandina koçberan û mijarên mafên koçberan. Çepîk, da zanîn ku li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) veger tenê bi dilxwazî dibe û ji çar aliyên cîhanê mînak dan û got ku vegerên koçberan ne dilxwazî ye. Çepîk bal kişand ser wê yekê ku vegera Sûriyeyê ne ewle ye û rêgezên hiqûqî yên ku dê di dema vegerê de ji aliyê parêzeran ve bên girtin jî vegot.   Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. Piştî panelê Hevserokê Şaxa OHD'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke, Cîgira Seroka Baroya Rihayê Gulîstan Paydaş û Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Halîl Akbaş plaket pêşkêşî beşdarên panelê kirin.