Girtî Atak: Divê gelê me xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkeve 2023-12-04 10:43:12   COLEMÊRG - Yek ji girtiya li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê tê ragirtin Necla Atak, banga xwedî lê derketina çalakiya greva birçîbûnê kir û wiha got: “Heta ku pêkanînên keyfî û tecrîd bi dawî dibe em ê li ber xwe bidin.”   Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û rakirina tecrîdê, girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî di roja 8’an de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” tê meşandin wê bi awayekî dorveger heta 15’ê sibata 2024’an berdewam bike. Necla Atak a nêzî 7 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî û têkildarî çalakiya greva birçîbûnê axivî.    ‘DIVÊ GELÊ XWE ME XWE LI GREVÊ DERKEVE’    Atak, diyar kir ku armanca bingehîn a çalakiya greva birçîbûnê ya hatiye destpêkirin bidawîkirina tecrîda girankirî ya li dijî Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e û wiha got: “Divê çalakiya greva birçîbûnê ya hatiye destpêkirin bi rûhê berxwedana gel re bibe yek. Em nikarin bi çalakiyeke ji aliyekê ve were domandin encamekê bi dest bixin, divê malbat û gelê me xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin.”   ‘DIVÊ TECRÎD WERE QEBÛLKIRIN’     Atak, destnîşan kir ku bi polîtîkayên tecrîdê yên tên sepandin hewl tê dayîn girtî û civak were cezakirin û wiha berdewam kir: “Divê herkes li dijî vê bêedaletiyê dengê xwe derxîne û bibêjin ‘em ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin’. Bi hezaran zarokên vî gelî niha di girtîgehan de ne, bi hincetên bêhiqûqî dîl tên girtin û tên darizandin. Em dixwazin dayikên me jî ji bo me daxwaza edalet û mafên me bikin. Divê dayikên me ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanînên keyfî tişta ji destê wan tê bikin. Divê bi taybetî herkes li dijî neberdana girtiyan a bi biryarên keyfî û şexsî derkeve. Divê herkes li dijî fikra rêveberiyên girtîgehan a ‘Heke hûn weke me nefikirin, weke me nemeşin, dê cenazeyên we ji girtîgehan derkevin’ derkeve. Divê gelê me jî bêje ‘hûn bi van fikran nikarin zarokên me ceza bikin’. Divê îşkence, tundî û tecrîd neyê qebûlkirin.”   ‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’     Atak, anî ziman ku weke girtiyên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, tu helwest û pêkanînên bêhiqûqî qebûl nakin û anî ziman ku divê hemû civak bizane ku çalakiya greva birçîbûnê ya hatiye destpêkirin mafek e. Atak, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ê daxwazên xwe li her derê bînin ziman û her derê li ber xwe bidin. Girtiyên 30 salan zêdetir e tên ragirtin bi nexweşiyên birîsk re rûbirû ne û bi feraseta ‘heta ku hûn nemirin hûn ê nikarin derkevin’ nêzîk dibin. Divê hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan. Ji ber ku êdî bi nexweşiyên giran re rû bi rû ne û nikarin jiyana xwe bidomînin.”   ‘EM DEST JÊ BERNADIN’     Atak, diyar kir ku bi polîtîkayên tên sepandin hewl tê dayîn gel û malbatên girtiyan bên tepisandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi cezakirinan hewl didin ji têkoşîna me ya mafdar paş ve gavê bidin avêtin lê xelet in. Em dest ji fikr û ramanên xwe bernadin.”