‘Divê em xwedî li girtiyan derkevin û barê wan sivik bikin’ 2023-12-03 15:50:35 RIHA - Parlamenterê HEDEP’ê Omer Ocalan diyar kir ku diyar kir ku divê gel xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî derkeve û wiha got: “Divê em dengê wan bidin bihîstin û barê wan sivik bikin.” Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Wêranşarê li avahiya xwe ya navçeyê 1'emîn Kongreya Asayî li dar xist. Di kongreyê de pankarta “Ji bo azadiyê dîsa hûn bi xêr hatin yekemîn kongreya me ya asayî” hatibû daliqandin. Gelek kes tev li kongreyê bûn.    Di kongreyê de ji ewil dîwan hate hilbijartin û piştre jî deqeyek rêz ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hate girtin.    BERTEK NÎŞANÎ DAYÎNA CENAZEYAN A DI QUTIYAN DE DA    Parlamenterê HEDEP'ê yê Rihayê Omer Ocalan di kongreyê de axivî û bal kişand ser endama YJA-STAR'ê Menfiyat Elçîçek (Axîn Seydo) ku piştî 5 salan cenazeyê wê di qutiyeke qarton de radestî malbata wê hatibû kirin û wiha got: “Salek berê jî cenazeyê zarokê apê Alî Riza Arslan, Hakan Aslan di qutiyekê de radestî wî hatibû kirin. Her wiha dayika Halîse Aksoy ku niha di girtîgehê de ye jî cenazeyê zarokê xwe Agîd Îpek di kutiyekê bi kargoyê hatibû şandin de wergirtibû. Ev yek rastiya dewletê ye. Rastiya çîroka gelê me jî ev e. Li vî welatî şerek heye û li hiqûqa şer nîne. Dibe ku dijminatî û şer hebe lê di şer de pewîstî bi exlaq jî heye. Mafê her kesî ye ku cenazeyên xwe li gorî baweriyên xwe veşêrin. Lê mixabin nezikatiya dewletê ya li hemberî kurdan ev e. Divê em jî vê rastiyê bizanin. Helbet gelê me jî vî zilmê dizane. Lê yên ku ji xwe re dibêjin em şex û mele ne divê li dijî vê zilme dengê xwe bilin bikin. Dem ev dem e. Yên dibêjin em olê diparêzin û di rê ya xwedê de de ne divê vê rastî û heqîqetê bibînin û ji civakê re ragihînin. Lê mixabin bêdeng in.”    'DENGÊ GIRTIYAN BILIND BIKIN'   Bi domdarî Omer Ocalan destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka kurd bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta gelê me bigihijê mafên xwe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Têkoşîna me têkoşîneke rewa ye. Li ser erdnîgariya Kurdistanê em ê bijîn. Çareserî di aştiyeke birûmet de heye. Ev çareserî jî li Girava Îmraliyê ye. Birêz Abdullah Ocalan li wê derê ye. Yên çareseriyê dixwazin divê biçin Girava Îmraliyê û tecrîdê bi dawî bikin. Girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo bidawîkirina tecrîdê dest bi grevê kirine. Divê em dengê wan bêhtir bidin bihîstin û bixebitin. Divê em xwedî li girtiyan derkevin, wan bi tenê nehêlin û barê wan sivik bikin.”    HEVSEROK HATIN HILBIJARTIN   Piştî axaftinan, raporên fealiyet û darayî hatin xwendin. Piştre jî Gulsum Ocalan Dagdevîren û Îbrahîm Ozturk weke hevserokên HEDEP’a Wêranşarê hatin hilbijartin.