Di wesayîta li Kerboranê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin de teqîn çêbû 2023-12-03 14:58:41   MÊRDÎN - Li navçeya Kerboranê wesayîtek ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin û di wesayîtê de teqîn çêbû. Hat îdiakirin ku di teqînê de du endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.    Hat zanîn ku îro di saetên serê sibehê de li navçeya Kerboran a Mêrdînê di wesayîtekê de teqîn çêbû. Li gorî agahiyan; du kes di wesayîtê de bûn û li cihekî nêzî petrola di ketina navçeyê de hate sekinandin. Hat zanîn ku wesayît ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin û di wesayîtê de teqîn çêbû. Hat diyarkirin ku kesên di wesayîtê de banga “teslîm bibin” red kirin û teqemeniyên bi xwe re teqandin.    Hat îdiakirin ku her 2 kesên di wesayîtê de endamên HPG’ê ne.    Cenazeyên her du kesan rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.    DI SERDEGIRTINÊN MALAN DE ZAROK HATIN DERBKIRIN   Piştşî bûyerê, polîsan bi ser mala welatiyê bi navê M.R.G. ku tê îdiakirin wesayît kirê kiriye de girtin. Hat zanîn ku di dema serdegirtina malê de M.R.G. li malê nebû û zarokên biçûk ji hêla polîsan ve hatin derbkirin.