Li Mûşê bi ser malan de hate girtin 2023-12-03 12:01:58   MÛŞ - Di encama serdegirtinên malan ên li Mûşê de endama Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Berfîn Yekta hate binçavkirin.    Polîsan îro di danê sibehê de li navenda Mûşê bi ser gelek malan de girtin. Li gorî agahiyan; di encama serdegirtina malê ya li gundê Kizilagaç a girêdayî navendê de endama Meclisa Ciwnan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Berfîn Yekta hate binçavkirin. Li gundê Elçîlerê jî bi ser mala endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Marûf Çelîkel de hate girtin lê ji ber ku Çelîkel li malê nebû, nehat binçavkirin.    Hat ragihandin ku di dema serdegirtinên malan de derî û pace hatin şikandin û tiştên di malê de hatin belavkirin. Têkildarî sedema serdegirtin û binçavkirinê de tu agahî nehatin bidestxistin.