Qeyûmê bajêr qedandî vê carê jî çav berdaye boriyên binerdê 2023-12-03 09:05:16 MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku qeyûmê Mêrdînê ku şaredarî di nava deynan de hiştiye, gava hewl daye ku boriyên şebekeyê yên berê yên di bin erdê de ku bihayê wan milyonan lîre ye, derxe. Kesekî pisporê îhaleyê ku bi vê bûyera bi nelirê hesiyaye jî, peywira wî hatiye guherandin.  Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm ew di nava deynan de hiştiye, tim bi nelirêtiyan di rojevê de ye. Derket holê ku li şaredariyê amadekariyên nelirêtiyeke din hatine kirin, lê gava pisporekî îhaleyê bi vê hesiyaye û diyar kiriye ku ya tê kirin li dijî qanûnê ye, cihê peywira wî hatiye guherandin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Bûyer li Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSÜ) ya girêdayî şaredariyê pêk hatiye. Li navend û navçeyan Mêrdînê şebekeya avê bi salan e tê nûkirin. Ji ber nûkirina şebekeya avê hema bibêje li hemû kolanên bajêr xeta şebekeyê ya kevn hat betalkirin û boriyên mezin jî di binê erdê de man.   WEZARETÊ ŞAND, QEYÛM FERMAN DA   Muteahîdekî ji Xarpêtê ku tê îdiakirin ji Enqereyê ji aliyê rayedarên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewayê ve ji bo boriyên ku diviyabû ji aliyê Saziya Makîne û Pîşesazîya Kîmyewî ve bihatana derxistin hatiye şandin, di dema qeyûmê berê Mahmût Demîrtaş de ji bo karê derxistina boriyan serdana şaredariyê kiriye. Muteahîdê ku hevdîtin bi qeyûm Demîrtaş re pêk aniye, sewqî Midûrê Giştî yê MARSÛ'yê Mehmet Songur hatiye kirin û ji bo destpêkirina pêvajoya derxistina boriyan hevdîtin hatine kirin.    Midûrê Giştî yê MARSÛ'yê Songur jî, talîmat daye pisporê îhaleyê aborîzan H.Y.A. yê ku ji bo amadekirina dosyeyên îhaleyê ew ji Enqereyê anîne û jê re gotiye kar û barên destpêkirina pêvajoya derxistina boriyan bide destpêkirin. Lê belê H.Y.A. ragihandiye ku ya tê kirin li dijî qanûnê ye  û ji ber ku ev kar divê ji aliyê Saziya Makîne û Pîşesaziya Kîmyewî ve bê kirin, karê jê hatiye xwestin qebûl nekiriye.    Li ser vê yekê Bîlal Vural ê ku li şaredariyê wekî Kontrolkerê Hundirîn peywirdarkirî gazî H.Y.A. kiriye û jê xwestiye ku karê hatiye xwestin bike. Lê gava H.Y.A. ev yek qebûl nekiriye, H.Y.A. ji MARSÛ'yê hatiye birdûxistin û li Serokatiya Daîreya Gihaniyê li peywireke pasîf hatiye bicihkirin.    Li ser vê rewşê H.Y.A. xwestiye vegera Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya ya Enqereyê (ASKÎ), lê rêveberiya qeyûm daxwaza wî qebûl nekiriye. Lê piştî Tûncay Akkoyûn li şûna Mahmût Demîrtaş wekî walî hat tayinkirin axwaza H.Y.A. hat qebûlkirin. PIştî vê H.Y.A. car din vegeriya Enqereyê.    Hê kar û barê ji bo derxistina boriyên binerdê temam nebûye, lê hat hînkirin ku ji bo destpêkirina kar hevdîtinên di navbera muteahîdên navborî û qeyûm de didomin.    MA / Ahmet Kanbal